Êrîşên dagirkeriyê didomin: Gelek birîndar hene

Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek kes birîndar bûn.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER ROJAVA

Dewleta Tirk a dagirker 3 roj in bênavber bombe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Dagirkerên ku sivîlan qetil dikin, binesaziyên petrolê û gundan bombebaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker li Girkê Legê binesaziya petrolê û gundê Girzîro bombebaran kir. Têkildarî encama bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê kargeheke malzemeyên înşaetê bombebaran kir.

Têkildarî encama bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.

GELEK BIRÎNDAR HENE

Dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Amdûê bombebaran kir. Di êrîşê de birîndar çêbûn. Kesên hewl dan biçin alîkariya birîndaran jî bûn hedefa dewleta Tirk.

Hat zanîn ku gelek birîndar hene. Birîndar hatin rakirina nexweşxaneyên li Qamişlo û Amûdê.