Bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên li ser Minbicê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 13 gundên Kantona Minbicê bi dehan caran bombebaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrîşên 24 saetan bi daxuyaniyekê parve kir.

Di daxuyaniya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina binesaziya xizmetguzariyê, gund û bajaran didomînin.

Dewleta Tirk bi balafirên şer, yên bêmirov êrîş herêmê kir û di encamê de bi dehan kes şehîd bû û birîndar bûn. Heta bi niha 13 gundên bakur, rojava û bakurê rojhilatê bajêr bi moşekan 8 caran hatine topbarankirin, bi balafirên bêmirov 4 caran û balafirên xwekuj 3 caran hatine bombebarankirin.

Di topbarana li dijî gundê El Buniye yê rojhilatê Minbicê de xaniyekî şêniyan bi temamî wêran bûye, zaroka bi navê Fereh El Berho (11) şehîd bûye û Ebdurehman Berho (13) û Semîr Berho (8) birîndar bûne.

 Hêzên me 2 dronên xwekuj ên artêşa Tirk a dagirker xistine.”