BI DÎMEN

Şêniyên Kobanê: Em ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest bin

Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, “Divê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her li ser piyan bin, têbikoşin û li hember hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin."

Bi dehan şêniyên Kobanê li Qada Şehîd Egîd hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di mîtîngê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî", "Berxwedan jiyan e" berz kirin û pankartên" Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin", "Heta tecrîd hebe, wê têkoşîna me berdewam be", "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û wêneyên zarokên ji hêla dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin hildan.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Desteya Jingehê a kantona Firatê Arif Balî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. Balî diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Divê têkoşîn û berxwedana li hemberî êrîşan neyê rawestandin. Çareserkirina van pisgirêkan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku Rêber Apo azad nebe, pirgirêk çareser nabin. Divê gelê Kobanê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her li ser piyan bin, têbikoşin û li hember hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin."

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Macîde Mesîn sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û ji birîndran re şîfa xwest. Macîde Hesûn diyar kir ku gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hovane hedef tên girtin û wiha axivî: “Projeya faşîzma dewleta Tirk êrîşên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Divê gelê me li dijî êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest bin û tu carî li hemberî van êrîşan bêdeng nebin. Gelê me xwedî hêvî û berxwedaneke mezin e û wê asta têkoşînê hîn bilintir bike.”