BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê dewam dikin: Sivîl dibin hedef

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Qadên sivîlan ji aliyê hêzên dagirker ve têne bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker du herêmên cuda yên li navenda bajarê Qamişloyê bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî 4 caran bombe kir.

Piştî êrîşa li ser avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li herêma Sînaayê, avahiya Şîrketa Satkop a li taxa Qenatsiwêsê jî hate bombekirin.

Dagirkerên ku bombardûmana li ser Qamişloyê dewam dikin, rêya bejahî ya Elî Fero jî bombe kirin.

Li ser encama bombardûmanê agahî bi dest neketin.

DÊRIK

Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser gundê Mêrga Mîra yê Dêrikê.

Dagirkeran bombe li febrîqeya kîsan a li gund barandin. Ji ber bombardûmanê xisara madî rû da.

Dagirkeran li herêma Koçeratê êrîş birin ser gundê Besta Sûsê û li Dêrikê jî êrîş birin ser nuqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Li Tirbespiyê jî dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser stasyona elektrîkê.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Siwêdiyê yê Dêrikê barandin.

Balafirên bê mirov ên bombebarkirî li gundê Mêrga Mîra yê Dêrikê febrîqeya plastîk, Çiyayê Qereçoxê, gundê Bestasûsê û nuqteya Asayîşê ya li ser rêya Endîwerê bombe kirin.

DRONE Û SÎHA HATIN XISTIN

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku li gundê Mihsenliyê 2 SÎHA'yên dewleta Tirk a dagirker hatine xistin.

Her wiha hate ragihandin ku 2 droneyên bombebarkirî jî hatin xistin.