Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û got: “Dewleta Tirk 685 caran êrîş herêmê kiriye û di encamê de 17 şênî şehîd bûye û 48 jî birîndar bûye.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, bîlanço wiha ye:

“Êrîşên balafirên keşfê: 99

Êrîşên balafirên şer: 13

Topbaran: 573

Bi giştî dewleta Tirk 685 caran êrîş herêmê kiriye.

Di encama wan êrîşan de, 14 sivîl şehîd bûne û 3 endamên hêzên leşkerî, bi giştî 17 kes di bombebaran û topbarana dewleta Tirk de şehîd bûne.

Her wiha:

39 sivîl birîndar bûne

9 endamên hêzên leşkerî bûne

Bi giştî 48 kes birîndar bûye.

Hêzên me li ser erka xwe ya xizmetkirina gel, xebatên ji bo avakirin û belavkirina îstiqrarê û parastina pêwîst û gengaz ji welatiyan re dixebitin."