Malbatên Şehîdan: Muxatab Rêber Apo ye
Malbatên Şehîdan ên li Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Malbatan diyar kirin ku muxatabê çareseriyê Rêber Apo ye.
Malbatên Şehîdan ên li Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Malbatan diyar kirin ku muxatabê çareseriyê Rêber Apo ye.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, her wiha li dijî sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya sedan kesan bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wêneyek mezin ê Rêber Abdullah Ocalan û pankartên wekî, “Bimre AKP”, “Bimre Erdoğan”, “Bimre faşîzma Osmaniyan” hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên, “Terorist Erdogan”, “Tolhildan” hatin berzkirin.
Li ser navê girseyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rîham Fewaz Mele daxuyanî bi Kurdî, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Diyar Mesum Hesen jî bi Erebî xwend.
Rîham Fewaz êriş bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku Tirkiyeyê bi awayekî pir zelal îspat kiriye ku ew dewletek terorê ye, piştgiriya hemû komên tundrew dike.
Riham Fewaz destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina îradeya gelan û destkeftiyên wan ên bi xwîna hezaran şehîdan hatine bidestxistin e. Riham Fewaz bal kişand ku êrişên li ser gund, bajar, saziyên xizmetguzariyê û binesaziya herêmê li pêş çavên hemû cîhanê pêk tên, lê dinya bêdeng e û ev bêdengî şermezar kir.
Riham Fewaz bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan yên cîhanî kir ku li dijî êrişan helwest nîşan bidin.
Riham Fewaz, da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi diyalogê dikare were çareserkirin, ji bo vê yekê jî divê aliyên muhatap berê xwe bidin Îmraliyê û wiha dom kir: “Pêwîste deriyên Îmraliyê vekin û bi Rêberê ku kilîta aştiyê di destê wî de ye re rûnin. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên herêmê girîng e.
Em wek malbatên şehîdên Kantona Cizîrê, siyaseta îşkence û qirkirinê ya li ser Rêbertiyê bi tundî şermezar dikin. Tenê hevdîtinek, di asta cidîyeta qonaxê de nîn e.”
Riham Fewaz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê ji bo rakiririna sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê heta dawiyê têbikoşin û ev bang kir: “Em bang li gelê xwe û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku asta têkoşînê bilind bikin da ku azadiya fizikî ya Rêbertiyê pêk were. Em bang li gelê xwe yê li Kurdistanê derveyî welat dikin ku ji bo şermezarkirina êrîşên li ser herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin qadan.”
Daxuyanî li dirûşmeyan bidawî bû.