BI DÎMEN

Li Şehbayêji bo 5 şehîdan merasîm hat lidarxistin

Cenazeyê şehîdên Til Rifetê û şehîdê HRE’yê li goristana şehîd Zozan Amanos a Şehbayê hate veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo 4 şehîdên Til Rifetê û şehîdê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), li goristana şehîd Zozan Amanos merasîm li dar xist.

Dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê (23 Cotmehê) bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê kiribû hedef. Di encamê de 4 welatî şehîd bûn, yek ji wan zarok e.

Welatiyên ku şehîd bûne Cemîle Weqas Xelîl (37), Melek Şiyar (5), Îbrahîm Şêxo (55), Mihemed Weqfî (47) bûn.

Her wiha şervanê HRE’yê Îskender Efrîn (Rohilat Murad) di qonaxa Duyem a Berxwedana Serdemê de, di 23’ê Cotemehê şehîd bû.

Meclisa Malbata Şehîdan ji bo her 5 şehîdan merasîm li dar xist. Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rûspî û partî beşdarî merasîma şehîdan bûn.

'BI BERXWEDANA GELAN WÊ PERGALA DEWLETA TIRK HILWEŞ E'

Di destpêkê de girseya gel cenazeyên şevanê HRE’yê û her 4 welatiyan ji nexweşxaneya Avrîn wegirtin û ber bi goristana şehîd Zozan Amanos ve bi rê ketin.

Piştî gihiştin goristanê, li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Hacer Miho axivî. Hacer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êdî ber bi hilweşînê ve diçe. Ji ber vê jî êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Hecer wiha got: "Tirsa me ji çek û topên dewleta Tirk tune ye. Em ê li Şehba berxwedana xwe mezintir bikin. Çekên ku zarokên me pê dikiujin ên dewletên navneteweyî ne. Zarokên me çi guneh kirin e. Bi berxwedana gelê Efrîn û tevahî Rojava wê pergala dewleta Tirk hilweş e."

Endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Fewzî Mistefa jî axivî û wiha got: "Beriya du rojan hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re hate kirin û silvanên Rêber Abdullah Ocalan ji gel re hebû. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî em ê berdêlên pir biha bidin. Êrîşên dewleta Tirk li hemberî têkoşîna me wê nabin bend."

Fewzî diyar kir ku mîna Rêber Abdullah Ocalan gotiye, eger azadî hêsan ba Berîvan û Ronahiyan agir benedidan bedana xwe û got: “Lewma jî îro jî bi her awayî êrîşî tevahî xaka Rojavayê Kurdistanê dike. Heya bostek axa Rojava di destê dagirkeriyê de be wê dewleta Tirk bi aramî jiyan neke.” Fewzî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Heya em tevahî xaka dagirkirî rizgar nekin em dest ji têkoşînê bernadin. Her gavê em ji bo azadiyê davêjin em berdêla azadiyê bi xwînê didin. Hebûna me bi gerîlayên azadiyê û şervanên HRE’yê heye."

Li ser navê malbata şehîd Îbrahim, Fethî Mihemed axivî û diyar kir ku ew ê her tim riya şehîdan bişopînin û soz da şehîdan ku dê tola wan li erdê nemîne.

Piştre nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Cenazeyê 4 şehîdên li Til Rifetê û şehîdê HRE’yê li goristana şehîd Zozan Amanos hatin veşartin. Lê cenazeyê şehîd Mihemed Mihemed ku li Til Rifetê Şehîd bibû şandin Helebê û wê li goristana Helebê were veşartin.