ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Hevpeymana Civakî mafên hemû pêkhateyan misoger dike‘
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şamûn diyar kir ku Hevpeymana Civakî mafên hemû pêkhateyan misoger dike û got:“Daxwaz û xeyalên gelê Sûriyeyê yên ji bo jiyaneke bi rûmet û azad temsîl dike. -
Kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê - I -
Li 17 Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 hezar û 885 malbat dijîn. Ji ber şert û mercên giran ên avhewayê yên di mehên zivistanê de pêwîstiya 145 hezar û 239 kesên li kampan dijîn hîn zêdetir dibe. -
Greva birçîbûnê ya Qamişloyê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya Qamişloyê bi peyamên mezinkirina têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû. -
Sala 2023'an li Efrînê 435 kes hatin revandin
Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka salê ve ve li Efrîn a dagirkirî 435 kes revandine. -
Peymana Civakî mîladeke nû ye
Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyê û hemû herêmê modeleke alternatîf e û wê ji bo hemû gelan û jinan bibe mîladeke nû. -
Koçber in, lê dilê wan ji bo Efrînê lê dide
Bi hêviyeke mezin û armanca vegera cih û warên xwe, koçberên Efrînê cih û derdora xwe bi şînatiyan xemilandine û cih û konên xwe yên koçberiyê kirine mîna gulistanê. -
Cenazeyê şervanê QSD′ê Ziyad El Hisên hat veşartin
Xelkê navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD′ê Ziyad Fewazî El Hisên veşartin. -
Li Amûdê ji bo şehîd Emmar Hemo konê sersaxiyê hate vedan
Li Amûdê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emmar Hemo konê sersaxiyê hate vedan. -
Xelkê Kobanê serdana konê sersaxiyê yê malbata şehîd Baran Mazlûm kir
Ji gundewarên Kobanê bi sedan kesî berê xwe dan gundê Xanikê û serdana konê sersaxiyê yê malbata şehîd Baran Mazlûm kirin. -
Bi hezaran malbatên Hamasê li Efrînê hatin bi cih kirin
Bi hezaran malbatên Hamasê li Efrîn, Cerablûs û Babê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hatin bi cih kirin. -
Bi Peymana Civakî re her beş bi qanûnî ewle bûye
Endama Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Bişar Qasim anî ziman ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rengê 7 kantonan bi rêxistin kiriye û bi Peymana Civakî re jî her beş bi qanûnî ewle bûye. -
Kevintirîn bazara Amûdê: Bazara El-Fatora
Bazara El Fatora ku kevintirîn bazara Amûdê ye, xwedî dîrokeke pir kevne. Firoşkarên vê bazarê diyar kirin ku ev bazar sembola aştî û hevbeşiyê ya Misilman û Mesîhiyan e. -
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan a ji aliyê Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê ve li Girkê Legê hatibû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî bû. -
Cenazeyê şehîd Emar Hemo li Amûdê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Hemo yê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê hat veşartin. -
Li Qamişloyê çalakiya “Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê”
Li Qamişloyê di çarçoveya “Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” de çalakiyek hat lidarxistin. Beşdarên çalakiyê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û piştgirî dan pêngavê. -
Li Hesekê ji bo Rêberê Gelê Kurd meş hat lidarxistin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hesekê meşeke girseyî hat lidarixistin. -
Şehîd Çiya Qamişlo hate veşartin
Şehîd Çiya Qamişlo li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin. -
Li herêma Firatê sê projeyên mezin
Li ser asta Herêma Firatê mezintirîn projeyê ji bo gel têne bicihanîn. Karê ji bo avakirina Zanîngehê qediya ye, karê avakirina Nexweşxane û Lîstikgeha Futbolê jî dewam dike. -
Telat Yûnûs: Me xwe li gorî şer bi rêxistin kiriye
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnûs anî ziman ku ew sîstema avakirin û parastinê her tim bi hev re dimeşînin û got, "Saziyên Rêveberiya Xweser û gelê me li gorî şer, ambargo û êrîşan hatine birêxistinkirin." -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girkê Legê berdewam dike
Li Girkê Legê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye berdewam dike. -
Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peymana civakî pejirand. -
Cenazeyê şehîd Hemîd Silêman hate veşartin
Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şehîd Hemîd Silêman El Cedûa ku 8’ê Kanûnê şehîd bû, hate veşartin. -
Li Dêrik û Minbicê ji bo 2 şehîdan şîn hate danîn
Ji bo şehîd Ayaz Ebdullah li Dêrikê û ji bo şehîd Ciwan Kobanê jî li Minbicê şîn hate danîn. -
Cenazeyê şehîd Ebdulqadir Brahîm bi merasîmek girseyî hat veşartin
Li bajarê Qamişloyê cenazeyê şehîd Ebdulqadîr Brahîm bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Di merasîmê de soza berdewamkirina berxwedanê hat dayîn. -
TEV-DEM'ê li dijî tecrîdê bang li civaka navneteweyî kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştgirî da pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike.