BI DÎMEN

Fermandarê QSD: Em ê bersiva xurtir bidin

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got, “Heke êrîş dewam bikin, em ê bersiva xwe xurtir bikin."

MAZLÛM EBDÎ

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nû da. Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk 4 roj in bi awayekî hovane êrîşî herêmê dike û anî ziman ku di van êrîşan de sazî û sivîl bûne hedef. Ebdî da zanîn ku di êrîşan de heta niha 15 jê sivîl 17 kes şehîd bûne û 39 jê sivîl 48 kes jî birîndar bûne û got, "Tirkiye 5 sal in ji bo Rêveberiya Xweser ji holê rake, gelê bide koçberkirin van êrîşan pêk tîne. 5 sal in encam bi dest nexistiye, nikare careke din encamê bi dest bixe."

'EM ALIYÊ DIYALOGÊ NE, LÊ ÊRÎŞ BERDEWAM BIKIN EM Ê BERSIVÊ BIDIN'

Ebdî diyar kir ku ji bo aramiya herêmê têk bibe bi israr êrîş tên kirin û wiha domand: “Êrîşên li herêmê ne tenê li dijî hêzên me ne. Ev êrîş bi qasî me eleqedar dikin, lê dewletên ku bi me re kar dikin û koalîsyon ava kirine, Rûsya jî di nav de eleqeder dike.”

Ebdî anî ziman ku dewleta Tirk çalakiya li dijî TUSAŞ’ê ji bo êrîşên xwe weke hincet nîşan da û wiha axivî: “Ew îdia dike ku çalakvan ji axa Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne. Ne tu têkiliya hêzên me bi vê çalakiyê re heye û ne jî çalakvanek ji xaka Sûriyeyê derbas bûye. Dewleta Tirk nikare vê îsbat bike. Me biryar daye ku em ne li ser axa Tirkiye û ne jî li Bakurê Kurdistanê, çalakiyan nekin, em ê tenê li ser xaka Sûriyeyê xebatên xwe bimeşînin. Pirî caran me dixwest pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin, bi taybetî jî bi Tirkiyeyê re. Lê ev êrîş zirarê didin xebatên me yên diyalogê. Ger ev êrîş bi israr bidome, em ê bersiva xwe ya li dijî êrîşan xurtir bikin.”

Ebdî wiha bang li raya giştî kir: “Divê guh nedin van polîtîkayên qirêj. Ev êrîş polîtîkayên dijmin in. Bila gelê me têkoşîna xwe mezin bike. Bila li hemberî van êrîşan helwesta xwe ya aştiyane bidomînin. Em weke hêzên QSD'ê ji bo parastina gelê xwe çi pêwîst be em dikin û em ê bikin."