Cenazeyê gundiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hate veşartin
Cenazeyê Mihemed Mihemed ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Til Rifetê de şehîd bû, hate veşartin.
Cenazeyê Mihemed Mihemed ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Til Rifetê de şehîd bû, hate veşartin.
Welatiyê bi navê Mihemed Mihemed (47) 23ˈyê Cotmehê li bajarê Til Rifetê yê kantona Şehba-Efrînê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser mala wî de şehîd bûbû.
Li ser daxwaza malbatê, cenazeyê şehîd Mihemed derbasî taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû û li goristana gundê Pino yê herêma Şiqêf hat veşartin.
Karwanê cenaze ji pêşiya Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêxmeqsûd ber bi goristana gundê Pino ve bi rê ket û li wir merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de ji rêveberên Meclisa Şehîd Cengîz, Mistefa Hemo axivî û got: "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker vîna me naşikînin. "
Hemo bal kişand ser hevdîtina dawîn a Omer Ocalan a bi Rêber Abdullah Ocalan re û wiha axivî: "Em hevdîtinan tenê qebûl nakin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. Heta em wê bi dest bixin, dê li ber xwe bidin."
Xwişka şehîd Mihemed, Hûriye Mihemed jî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir û got: "Şehîdan zilm red kir û di oxira parastina mirovahiyê de canê xwe feda kir. Lê mixabin cîhan bê deng e."
Piştî bidawîbûna axaftinan, girseyê cenazeyê şehîd Mihemed spart axê.
Mihemed Mihemed (47) ji gundê Çema yê bajarê Şera yê kantona Efrîn-Şehbayê ye. Piştî dagirkirina bajêr li bajarê Til Rifetê bi cih bû.