Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên îro eşkere kir: 11 welatî birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku dewleta Tirk a dagirker îro 9 caran bi balafirên bêmirov û zêdetirî 130 guleyên hawan û obîsan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtiye û 11 kes birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrîşên sibeha şemiyê (26ʹê Cotmehê) ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşker kir.  

Li gorî bîlançoya ku Navenda Ragihandinê belav kiriye, piranî hedefgirtin bê ser û ber bûn, gelek top li nava gund û taxên şêniyan ketin.

Navendê diyar kir ku saet 08:40ʹê vê sibehê de balafireke bêmirov navenda Polîsên Leşkerî li taxa Meyselûn a Qamişloyê bombebaran kir.

 Her wiha balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarê Amûdê bombebaran kirin, di encamê de 3 endamên hêzan û 4 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker stasyona petrolê ya li gundê Gir Zîro yê herêma Koçerat, kargeha penêr û mast a li Dêrikê bi balafirên bêmirov bombebaran kir, di encamê de 3 karker birîndar bûn.

Her wiha bajar û gundên Tirbespiyê, Til Temir, Zirgan, Dêrik, Eyn Îsa û gundewarên wê bê ser û ber hatin hedefgirtin.

Gundên li Minbicê ji bakur heta bi Rojava ji vê sibehê heta niha hatin hedefgirtin, di encamê de li gundê Kawiklî yê Minbicê zarokek birîndar bû.

Li gundê Çelebiyê yê başûrê Kobanê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker şîrketa Lavraj a Fransî bombebaran kir.

Dagirkeriyê li Herêma Şehba jî bi zêdetirî 60 guleyên hawan û obîsan bajarê Til Rifet û gundên derdorê hedef girtin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê 9 caran bi balafirên bêmirov û zêdetirî 130 guleyên hawan û obîsan hatin hedefgirtin.