HRE: Leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin

HRE’yê anî ziman ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, gelek çalakî li dar xistine û got: “Di encama çalakiyan de leşkerekî dewleta Tirk û 4 çete hatine kuştin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, gelek çalakî li dar xistine û got: “Li hemberî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê ku di van demên dawiyê de li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Di encama van êrîşên hov ku qirkirinê esas digire de gelê me rastî komkujî û êrîşan hatin. Li hember van êrîşên heyî, çalakiyên tolhildan û  bersivdayînê hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de;

  • Di roja 14’ê Cotmehê de bi çalakiyên taybet baregehên Dewleta Tirk a dagirker yên Ezaz, Bab û Dabikê hatin hedefgirtin. Di encamê de 3 leşkerên Dewleta Tirk a dagirker birîndar bû, kuştî nehat zelalkirin.
  • Di roja 15’ê Cotmehê de li xeta Mare di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê Dagirker hate kuştin.
  • Di roja 17’ê Cotmehê de li Xeta Şera di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê Dagirker hate kuştin.
  • Di roja 19’ê Cotmehê de bi çalakiyekî taybet baregeha Dewleta Tirk a dagirker ê Babê hate hedefgirtin di encamê de 1 leşkerê Dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.
  • Di roja 24’ê Cotmehê di çalakiyên taybet ê li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Xeta Bab, Mare û Şêrewa de hatî lidarxistin de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin, her wiha 2 leşkerên Tirk û 5 çeteyên dagirker jî birîndar bû. Encama çalakiyên heyî nehat zelalkirin.

Di encama van çalakiyên Hêzên me de; 1 leşkerê dewleta Tirk a dagirker, 4 çeteyên dagirker hate kuştin û her wiha 5 Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker 5 çeteyên dagirker jî birîndar bû."