QSD'ê li dijî dagirkeran çalakî kir

QSD'ê ragihand ku ew li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî 2 operasyonên serkeftî li dar xistine û gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ew li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî 2 operasyonên serkeftî lidar xistine. Di encama herdu operasyonan de gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê da zanîn ku QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de êrîşî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî kiriye.

Navendê diyar kir ku di operasyonan de baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li dora gundên Enêq El Hewa û Bab El Ferec ên bajarokê Zirganê bi çekên giran hatine hedefgirtin. Di encamê de gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine kuştin û birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê dîmen û agahiyên dîtir ên ji herdu operasyonan bi daxuyaniyê re parve kirin.