ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Lokman Xelîl: Bi windakirina Reqayê re DAÎŞ kete pêvajoya têkçûnê
Endamê Fermandariya Giştî yê QSD’ê Lokman Xelîl: DAÎŞ’ê bajarê Reqayê hema wisa ji xwe re mîna paytext ne hilbijart. Bi zanabûn û plansaziyek demdirêj ev yekê kir û bi windakirina Reqayê re ket nava pêvajoya têk çûnê. -
Cegerxwîn ji bo gelê Kurd mirateyeke mezin hişt
Boniye Suad Cegerxwîn da zanîn ku bavê wê mîrateyeke mezin ji bo gelê Kurd hiştîye û got: "Di vê sedsala nû de helbestvanekî weke Cegerxwîn ji bo gelê Kurd bû şansek." -
'Konferansa Navneteweyî ya Perwerdehiyê, mîrasa şoreşê ye'
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim, têkildarî Konferansa Navneteweyî ya Perwerdehiyê, diyar kir ku ji bo perwerde di asta akademîk de bê pêşxistin xebatên xwe berdewam dikin û got, “Ev pêşketin bi saya şoreşê pêk hatine.” -
Rêveberiya Xweser: Em bi penaberên Sûriyeyî re ne
Hesen Koçer got, "Em ê her derfeteke xwe bi gelên Sûriyeyê re parve bikin. Em hewl didin ji pêwîstiyên hemû gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bibin bersiv." -
Nîşaneya berxwedan û azadiyê bû
Gaziyê herî temendirêj ê Şoreşa Rojava Apê Nemir, xaka xwe neterikand, bi biryardarî li çeperan şer kir û bi vî rengî rastiya gelê şerker raxist pêş çavan. -
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê 3 zarok qetil kirin
Di bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê El Fetsa ya Eyn Îsayê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
HRE'yê tol hilanî: 2 jê leşker 24 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin
Hate ragihandin ku di çalakiyên HRE'yê de 24 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 2 ji wan leşker bûn. -
Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya Qamişlo bi eleqeyeke mezin dewam dike. -
Li Hesekê pêşangeha wêne û pirtûkên Abdullah Ocalan
Li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê, pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya Macid El Eqraî yê di encama krîza dil de şehîd bû, eşkere kir. -
Dayika Aştiyê Yadê Hefo jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Yadê Hefo ya ku demekê tedawiya penceşêrê didît, di 76 saliyê de jiyana xwe ji dest da. -
11 hezar ton tov li cotkarên Kantona Cizîrê hatiye belavkirin
Endamê Beşa Şînkahî ya Kantona Cizîrê Mesûd Mihemed da zanîn ku tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî ew alikariyeke mezin didin cotkaran û got: “Heta niha 11 hezar ton, tov li cotkarên Kantona Cizîrê hatiye belavkirin.’’ -
Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja 3’yemîn de didome
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya Qamişlo di roja xwe ya sêyemîn de didome. -
'Bi xwendina pirtûkan jiyana mirovan tê xemilandin'
Ciwanên ku tevlî pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bûne diyar kirin ku bi xwedinê mirov xwe nas dike û jiyana wan bi zanistê tê xemilandin. -
Li Idlibê di êrişên Rûsyayê de 10 kes mirin, 30 jî birîndar bûn
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li nêzî bajarê Idlibê di êrîşên Îsraîlê de 10 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn. -
Şervaneke evîndara welat: Zîlan Bêrîtan
Zîlan Bêrîtan ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Serêkaniyê şehîd bû, weke şervaneke evîndara welatê xwe heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya. -
Civak bi ruhê yekîtiyê xwedî li 'pêngava azadiyê' derket
Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re Silêman Îsa Ehmed anî ziman ku civaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhekî mezin xwedî li pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' derketiye û got, "Pêngav wê hîn bi xurtî dewam bike." -
Roja duyemîn a Pêşengeha Şehîd Herekol bi çalakiyên cuda berdewam kir
Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan di roja xwe ya duyemîn de bi çalakiyên cur bi cur berdewam kir. -
Cenazeyê şehîd Yasir El Salih hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Yasir Mehmûd El Salih hat veşartin. -
Dewleta Tirk vê carê dest bi diziya hinaran kir
Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê vê carê jî diziya hinaran kr. Li hin gundan jî diziya zeytûnan dewam kir. -
‘Divê alîkariya Rêveberiya Xweser bê kirin’
Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku li beramberî tevahî şert û mercên dijwar Rêveberiya Xweser bi erka xwe ya mirovî radibe û wiha got, “Divê hemû rêxistinên navnetewî bi erkê xwe rabin û piştgirî bidin Rêveberiya Xweser.” -
Cenazeyê şehîd Neşmî El Reqa hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Neşmî El Reqa ku li Minbicê şehîd bibû, li Reqayê hat veşartin. -
Xelkê Firatê serdana konê sersaxiyê ya Xalê Nemir kir
Îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê Xalê Nemir hate veşartin. Xelkê Kantona Firatê serdana konê sersaxiyê ya ji bo Xalê Nemir hatî danîn, kir û sersaxî ji malbata Xalê Nemir re xwest. -
Dewleta Tirk di nava 10 rojan de 27 kes li Efrîn û Ezazê revand
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di navbera 1-10'ê Cotmehê de li Efrîn û Ezazê herî kêm 27 kes revandiye. -
Dagirkeran bombe li Minbic û Şêrawayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Minbic û Şêrawayê barand.