Cenazeyê şervanê QSD’ê Kemal Elî spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Kemal Elî (Beşîr Xemîs) li Reqayê hate veşartin.

Şêniyên kantona Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo veşartina cenazeyê şervanê QSD’ê Kemal Elî (Beşîr Xemîs) ku di 18’ê Sibatê de li bajarê Dêr Hafirê şehîd bûbû, berê xwe da pakrewangeha li bajarokê El Hikûmiyê yê li bakurê kantona Reqayê.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD’ê Mihemed Salih El Hindawî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. El Hindawî got: "Şehîd Kemal hevrêyekî rast bû, şehadeta wî ji bo me cihê serbilindî û rûmetê ye. Navê wî dê heta hetayê di rûpelên dîrokê de bimîne.”

El Hindawî soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê da.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Mihemed El Şêx bal kişand ser girîngiya şopandina rêya şehîdan û xwedîderketina li bîranînên wan.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.