Li Cizîrê ji bo şehîd Sorxwîn Baran merasîm hate lidarxistin

Ji bo gerîlaya YJA Starê Nûra Îbrahîm Xelef (Sorxwîn Baran) a li Garê şehîd bû, li bajarê Dirbêsiyê yê girêdayî Kantona Cizîrê merasîma xiyabî hate lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê ji bo gerîlaya YJA-Starê Nûra Îbrahîm Xelef (Sorxwîn Baran) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê Garê şehîd bibû, merasîma xiyabî lidar xist.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Emîna Îso şehîd Sorxwîn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Emîna Îso, lidarxistina Kongreya 12`emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî pîroz kir û qonaxa niha weke “dîrokî û hestiyar” bi nav kir û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso, jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, “Bi saya berxwedana şoreşgerî, hevgirtina gel û fedakariya şehîdan em îro li ser rêya serkeftinê berdewam in".

Birayê şehîd Sorxwîn Adil Xelef, jî soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina rêya têkoşînê da.

Ji rêveberên Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Fatma Keleş, jî diyar kir ku şehîd Sorxwîn ji bo parastina gelê xwe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.