TEV-DEM'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir: Destketiya me ya herî mezin azadiya ziman e

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kir ku destketiya herî mezin a şoreşa Rojava parastina çand û ziman e.

Tevgra Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî peyamek weşand.

TEV-DEM’ê Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: "Zimanê Kurdî jî wek zimanên din roleke girîng lîstiye û di hemû serdeman de dîrok, mîrate, çand û hişmendiya gelê xwe himêz kiriye û parastiye. Ziman her tim weke nasnameya gelan hatiye dîtin û hebûna wan temsîl dike. Bi vê boneyê, divê em şehîdên giranbuha yên doza parastina hebûna gelê Kurd bi bîr bînin."

Di dewama peyamê de wiha hate gotin: "Gelê me ji bo azadî û demokrasiyê tê koşiya û bi hezaran qurbanî dan, li hemberî hemû hewldanên qirkirina zimanî û çandî li ber xwe da û zimanê xwe û nasnameya xwe parastin .Perwerdeya bi zimanên kurdî, suryanî û erebî îro di hemû qadên xwerêveberiyê de têne dîtin. Ev bi serê xwe destkeftiyek ji bo gelên herêmê ye ku divê were parastin ji ber ku aştî, demokrasî û pirdengî li pêş dixe. Tevgera Civaka Demokratîk Cejna Zimanê Kurdî li hemî kurd û  gelên herêmê pîroz dike û teqez dike ku zimanê me nasnameya me ye û parastina ziman mafê me ye."