Endamê TEV-DEM’ê Jêhat Pîro şehîd bû
TEV-DEM’ê ragihand ku endamê wan Jêhat Pîro di encama nexweşiyê de şehîd bû.
TEV-DEM’ê ragihand ku endamê wan Jêhat Pîro di encama nexweşiyê de şehîd bû.
TEV-DEM’ê der barê şehadeta têkoşer Dara Silêman Îke (Jêhat Pîro) ku salên dirêj di şoreşa Rojava de di nava xebatên civakî de têkoşiyaye û ji ber nexweşiyê şahîd bû, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hati gotin ku "Şehîd Dara Silêman Îke (Jêhat Pîro) ji malbateke kurd û welatparêz ji bakurê kurdistanê di sala 1992’yan de tevlî tevgera rizgariya netewa kurdistan bûye."
Her wiha hate gotin "Li gelek cihên Kurdistanê bê teredud xebatên îdolojî, leşkerî, fikirî da meşandin, di hemû xebatên xwe de serkeftinên mezin pêk anîn, ji bo wê piştî destpêkirina Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmeha 2012'an de, Şehîd Jêhat bi israr hemû imkan û derfetên di destê wî de seferber kir ji bo alîkarî û azadiya gelê kurd."
TEV-DEM’ê da zanîn ku têkoşer Jêhat "Bi ruhê xwe yê netewî bi kesayeta xwe ya Şoreşgerî derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Tevî aloziyên tenduristî yên ku têre derbas dibû, hedef û armanca wî pêşkêskirina alîkariyê ji bo yî gelê kurd di vê parçeyê Kurdistanê bû."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşer Jêhat di nava gelê Rojava de xebatên rêxistinkirina qada bûrî birêve bir û heta nefesa xwe ya dawiyê xebatên xwe dewam kirin.
TEV-DEM`ê ragihand ku têkoşer Jêhat Pîro roja 15.12.2024’an ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha bi dawî bû: "Em weke Tevgera Civaka Demokratîk Tev-dem, soz didin Şehît Jêhat û hemû Şehîdên Kurdistanê ku em ê şopdarê riya wa bin û di pratîka xwe de xwestekên wan pêk bînin"
Nasnameya şehîd:
Navê kod : Jêhat Dara ( Gever)
Nav û paşnav: Suleyman Îke
Navê Bav: Mihemed Alî
Navê dayîk: Sara
Dîrok û cihê ji dayikbûnê: 19’ê Mijdar 1956'an / Gever