Heyet Tehrîr eş Şam (HTŞ) 27'ê Mijdara 2024'an bi 'Operasyona Şikandina Êrîşkariyê' re 8'ê Kanûna 2024'an Şam bi dest xist û dawî li rejîma Baasê ya 61 salan anî Lîderê HTŞ'ê Colanî roja ku Şam bi dest xist li Mizgefta Emewî axivî û soza 'jiyana bi hev re' û 'hembêzkirina cihêrengiyê' kir. Lê belê ji 8'ê Kanûna 2024'an heta 10'ê Gulana 2025'an di nava pênc mehan de rêveberiya HTŞ'ê tenê zext, êşkence, komkujî û êş ji gelên Sûriyeyê re anî.
BI DANEYAN BÎLANÇOYA RÊVEBERIYA HTŞ'Ê
Desthilatdariya pênc mehan a HTŞ'ê li çar aliyên Sûriyeyê komkujiyên mezhebî, êşkenceya bi rêk û pêk û zexteke otorîter nîşan da.
Komkujî û înfaz: Ji 8'ê Adara 2024'an heta 10'ê Gulana 2025'an di êrîşên HTŞ'ê yên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan de herî kêm hezar û 500 sivîl hatin qetilkirin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di vê demê de bi taybetî li bejahiya Lazkiye, Hama, Tartûs û Şamê bi taybetî di operasyonên HTŞ'ê de zêdeyî 400 ciwanên Elewî û Durzî hatin qetilkirin. Mînak di 25'ê Kanûna 2024'an de li Hûmsê di encama êrîşa li ser çalakiya şermezarkirinê de jineke ciwan a Elewî hate qetilkirin.
Di Nîsana 2025'an de li navçeya Cebele ya Lazkiyeyê di serdegirtina şevê ya komên çekdar ên HTŞ'ê de li gorî daneyên SOHR'ê 150 sivîl hatin qetilkirin, 200 kes hatin revandin. Di Gulana 2025'an de li herêma Sahnaya ya Şamê di êrîşa li ser civaka Durzî de 80 sivîl hatin qetilkirin.
Ev komkujiyên HTŞ'ê radixin pêş çavan ku gotina 'jiyana bi hev re' tenê xapandin e. Rabirdûya El Qaîdeyê ya rêxistinê û îdeolojiya wê ya cîhadîst bi şênberî nîşan dide ku polîtîkayeke paqijiya mezhebî dimeşîne.
Binçavkirin û êşkence: HTŞ li navnedên binçavkirinê yên li Şam, Heleb û Idlibê ava kiriye zêdeyî 5 hezar kesî radigire. Li van navendan 800 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin, zêdeyî 2 hezar û 500 mehkûm bi giranî birîndar in. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di raporên xwe yên sala 2025'an de diyar kir ku HTŞ li navendên binçavkirinê êşkenceyê weke rêbazeke bi rêk û pêk bi kar tîne.
Li navendên li Şamê 400 kes, li yên li Helebê 250 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Kiryarên êşkenceyê yên HTŞ'ê ne kêmî rêbazên rejîma Esad a li Girtîgeha Sednaya ne. Rêxistin bi rêya tirsandin û tundiyê hewl dide kontrolê bike.
Revandin: HTŞ'ê di dema operasyonên ewlekariyê de 4 hezar sivîl revand. Piraniya kesên hatin revandin Elewî û Durzî ne, ji sedî 45 ji wan hîn jî agahî ji wan nayê wergirtin. Revandin weke parçeyek ji stratejiya tirsandin û tepisandina komên hindikahî ji aliyê HTŞ'ê ve tê meşandin. Ev taktîk rêbazeke berê ya rêxistinê ye ku li Idlibê bi cih dianî. Lê belê piştî ku Şam bi dest xist ev kiryar hîn berfireh kir û bi êşkenceyên hîn giran xist meriyetê.
Koçberkirina ji cih û warê xwe: Ji ber zextên HTŞ'ê zêdeyî 300 hezar kes reviyan û malên xwe terikandin. Li gorî raporên rewşa mirovî yên 2025'an ên Neteweyên Yekbûyî bi taybetî komên ji hindikahiyan bûn hedef. Polîtîkayên cihêkar ên HTŞ'ê bûn sedema krîzeke mezin a mirovî. Ev yek jî nîşan dide ku hewl dide rewşa demografiyê ya herêmê biguherîne.
Tundiya li dijî jinan: Yekîneyên 'polîsên exlaqê' yên HTŞ'ê li Şam û Helebê zêdeyî 2 hezar jin neçar hişt ku serê xwe binixumînin; li hemberî 400 jinan tundî kir. Rêjeya jinên ji cih û warê xwe bûne ji sedî 60 ê koçberiya giştî ye; 180 hezar jin neçar hatin hiştin ku mala xwe biterikînin. Ji aliyê psîkolojîk ve jî rêjeya bûyerên xwekuştinê ji sedî 40 di nava jinan de zêde bû. Li Şamê jinek ji bo ji gefa êşkenceyê ya HTŞ'ê bireve xwe kuşt.
Dihate zanîn ku li Idlibê zexta HTŞ'ê ya li jinan bi rêk û pêk e. Zextên HTŞ'ê yên li dijî jinan nîşan dide ku hewl dide îdeolojiya cîhadîst ferz bike. Colanî îdîa dike ku ew piştgiriyê dide ku jin tevlî perwerdeyê bibin, lê belê kiryarên wî yên li qadê û gotina wî li hev nayê. Jin bi rengekî cidî li qada cemaweriyê ji aliyê azadiyê ve têne astengkirin.
Zextên li hemberî ciwanan: HTŞ bi îdîaya 'alîgirê rejîmê' yan jî 'muxalîf' êrîş bir ser ciwanan. Heta Gulana 2025'an zêdeyî hezar ciwan binçavkirî ne, 200 bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Raporên 2025'an ên SOHR'ê nîşan dan ku HT bi rêk û pêk ciwanan binçav dike û êşkenceyê li wan dike.
Li Zanîngeha Şamê dawî li perwerdeya tevlîhev hate anîn û gef li xwendekaran hate xwarin. Hedegirtina ciwanan radixe pêş çavan ku HTŞ dixwaze nifşên nû bitepisîne û bi vî rengî mekanîzmayeke kontrolê ya demdirêj ava bike.
QIRKIRINA ELEWÎ Û DURZIYAN
Kiryarên mezhebî yên HTŞ'ê bi komkujiyên li hemberî civakên Elewî û Durzî hate dîtin. Di 25'ê Kanûna 2024'an de li Hûms, Tartûs, Lazkiye û Baniyasê Elewiyan li hemberî HTŞ'ê çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin. Di encama gulereşandina HTŞ'ê de bi dehan kes hatin qetilkirin û birîndar bûn. Di Nîsana 2025'an de li gundên Elewiyan ên li Hamayê HTŞ'ê li qada gund 15 ciwan bi rengekî komî qetil kir, mal şewitand û zêdeyî 400 sivîl kuşt.
HTŞ'ê di heman demê de rêyên Şam-Deraa û Şam-Siwêdayê girt, konvoyên leşkerî şand taxên Durziyan û bi fetwayên cîhadîst Durzî 'kafir' îlan kir. Ev komkujî bi polîtîkaya paqijkirina mezhebî ya HTŞ'ê û bi rengekî bi rêk û pêk a li hemberî komên hindikahiyan dewam kir.
CIHÊKARIYA LI HEMBERÎ HINDIKAHIYÊN OLÎ Û ETNÎKÎ
HTŞ'ê xizmetên bingehîn tenê li taxên Ereb ên Sûnî kir; bi xemsarî nêzî herêmên Elewî, Durzî û Xiristiyanan bû. Heta Gulana 2025'an zêdeyî 200 hezar kes bi tî û birçîbûnê re rû bi rû man. Li Lazkiyeyê 70 zarok ji tî û birçîbûnê mirin (Raporên 2025 ên Neteweyên Yekbûyî).
Polîtîkayên cihêkar êwn HTŞ'ê nîşan dide ku ji bo guhertina avahiya demografîk a Sûriyeyê stratejiyekê dimeşîne. Ev kiryar radixe pêş çavan ku gotina 'jiyana bi hev re' ya rêxistinê sexte ye û hindikahî bi rêk û pêk li derveyî sîstemê têne hiştin.
NERAZÎBÛNÊN NAVNETEWEYÎ Û HEWLDANÊN ÎMAJÊ YÊN HTŞ'Ê
Lîderê HTŞ'ê Colanî ji bo li qada navneteweyî xwe rewa bike, gotinên 'jiyana bi hev re' û 'azadiya olî' bi kar anî. Lê belê kiryarên li qadê piştrast kir ku ev gotin tenê maskeyek e. Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî komkujiyên HTŞ'ê weke 'sûcê şer' pênase kir. Rêxistinê li gel nerazîbûnên civaka navneteweyî jî polîtîkayên xwe neguhert; Ev yek nîşan dide ku HTŞ'ê dest ji îdeolojiya xwe ya cîhadîst bernedaye û tenê ji bo xwe rewa bike gotineke taktîkî bi kar tîne.
RÊVEBERIYA TARÎ YA HTŞ'Ê Û PAŞEROJA SÛRIYEYÊ
Ji 8'ê Kanûna 2024'an heta 10'ê Gulana 2025'an rêveberiya pênc mehan a HTŞ'ê ji gelên Sûriyeyê re tenê mirin, êşkence û zext anî. Herî kêm hezar û 500 sivîl hatin qetilkirin, êşkence li 5 hezar kesî hate kirin, 300 hezar mirov ji cih û warê xwe bûn Komkujiyên mezhebî yên HTŞ'ê, kampên wê yên êşkenceyê û kiryarên wê yên otorîter nîşan da ku ev rêveberî ji rejîma Esad hîn bêhtir zalim e.