Şehîd Mizgîn li Kobanê hate bîranîn
Hunermend Mizgîn (Gûrbet Aydin) li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.
Hunermend Mizgîn (Gûrbet Aydin) li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.
Li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şehîd Mizgîn (Gûrbet Ayîdin) bi amadebûna bi dehan kesan li hola çandê hat bîranîn. Di heman demê de hunermendên Kurd ên Tev Çandê jî hatin bîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Çand û Hunera Baqî Xido Zozan axivî û got, "Jinê di her warî de xwe isbat kiriye. Jinê hem di warê huner û him jî di warê siyasî û leşkerî de jî xwe bi pêş xist. Jin bû pêşeng û mînaka wê jî Mizgîn e. Mizgîn li hemberî her cûre desthilatdariyê li ber xwe da û bû dengê jinê, derxistina dengê jinê jî barekî ne hêsane. Lê hunermendên jin wî barî bi helbest, stran û destanan derdixin pêş."
Piştre jî sînevizyonek li ser jiyana hunermendên Kurd hat nîşandan.
Koma Esmer û Koma Botan stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin.