ROJAVA-SÛRIYE
Nûçeyên Dawî
-
Xelkê Reqayê: Efrîn di dilê me de ye!
Komîteya Perwerdehî û Fêrkariyê ya Reqa, ji bo protestokirina dagirkeriya Efrînê ku dikeve sala xwe ya 3’an de, bi dirûşma ‘Efrîn di dilê me de ye’ çalakiyek kirin. -
Rêveberiya Xweser: Êrîş, lihevkirina Tirk-Rûsya nîşan dide
Meclîsa Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya salane ya li Reqayê pêk anî de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên zêde dibin, diyar kir ku ev êrîş lihevkirineke veşartî ya di navbera Tirkiye-Rûsyayê de nîşan dide. -
Çalakiya li Qamişloyê ya ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê dewam dike
Konê ku ciwanan li Qamişloyê ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî vedane, di roja 7'an de ye. -
Artêşa Tirk li Sûriyeyê nuqteyeke nû ya leşkerî ava kir
Artêşa Tirk, kiryarên dagirkeriyê yên li Sûriyeyê didomîne. Li rojavayê Hamayê, nuqteyeke nû ya leşkerî ava kir. -
‘Êrîş berdewamiya komploya li dijî Rêber Ocalan e’
Gelê Efrînê diyar kirin ku hetanî dagirker ji axa wan derbikeve wê berxwedana wan dom bike û bal kişandin ku dagirkirina Efrînê berdewamiya komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. -
Dagirker sewqiyata leşkerî li gundekî navbera Til Temir û Zirganê dike
Dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe yên leşkerî sewqî gundekî navbera navçeyên Til Temirê û Zirganê kir. -
Qonaxa duyemîn a pêngava jinan a li dijî dagirkeriyê dest pê kir
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi qonaxa duyemîn a pêngava xwe kirin. Qonaxa duyemîn wê heta Nîsana 2021'ê dewam bike. -
Li Idlibê, li baregeha leşkerî ya Tirk hate xistin
Li bakurê Idlibê, li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker hate xistin. -
Berdevkê YPG’ê: Tu endamên me yên ji 18 salî biçûktir tune
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku hin kesên dixwazin Şoreşa Rojava reş bikin, li dijî YPG’ê şerekî taybet ê qirêj dike û got, “Em li gorî çarçoveya protokolên navneteweyî tevdigerin. Tu endamên me yên ji 18 salî biçûktir tune.” -
Endama Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Sotoroyê Alerya Yaqûb hate veşartin
Cenazeyê Endama Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Sotoroyê Alerya Yaqûb li Dêrikê bi merasîmekê hate veşartin. -
Chomsky: Şoreşa Rojava mûcîze ye, divê cîhan vê bibîne
Rewşenbîr û nivîskarê DYE’yî Noam Chomsky ku ji bo Zanîngeha Rojava semînerek da got: “Şoreşa Rojava mûcîzeyek bi nirx e, divê ev nirx li cîhanê bê nîşandan.” -
Şêniyên Amûdê: Em ê şopdarên Rêber Abdullah Ocalan bin!
Şêniyên Amûdê yên ku serdana çalakiya kon a li Qamişlo kirîn, gotin “Em ê hertim şopdarê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin. Em ê hertim xwedî li greva birçîbûnê derbikevin.” -
Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê li pêşiya çareseriyê dibe asteng
Midûriyeta Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hikumeta Şamê xwe ji berpirsyariyê dide alî û li pêşiya çareseriya krîzê dibe asteng. -
Derewa MÎT'ê û PDK'ê ya 'revandina zarokan' pûç bû
Operasyona xapandinê ya MÎT û PDK'ê, ku bi navê "PKK, YPG/YPJ, QSD zarokan direvîne" pûç bû. -
Êrîşên Tirkiye û bêdengiya li hemberî vê protesto kirin
Êrîşên Tirkiye ya li ser Efrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî protesto kirin. Di çalakiyê de peyama ‘Em ê li dijî her cûre pîlanên faşîzan li ber xwe bidin.” -
Çalakiya kon a li Hesekê mezin bû: 11 kom tevlî bû
Çalakiya kon a xwedîderketina li berxwedêrên zindanan a li Hesekê li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin, 11 kom tevlî bûn. -
Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik bi merasîmekê hate bibîranîn
Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik di salvegera 9’an a şehîdbûna xwe de li Goristana Xebat Dêrik a li Dêirkê ya Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Kongreya Star: Di 16 salan de me gelek destketî bi dest xist
Koordînasyona Kongreya Star derbarê salvegera 16’emîn a damezirandina xwe got ku, “Me di têkoşîna xwe ya 16 salan de gelek destkeftî bi dest xist.” -
Dewleta Tirk bombe li Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker, gundekî kantona Şehbayê û bendava Şehbayê bombe kir. -
Gelo ji nû ve ruh bi DAÎŞ'ê ve tê?
DAÎŞ rojên dawî li gelek herêmên Sûriyeyê ji nû ve derkete ser rûyê erdê û dest bi êrişan kir. Ev êriş bûn sedem ku ev pirs bên kirin: "Gelo DAÎŞ ji nû ve vedigere", yan jî "Hêzên li qadê, ji bo tehdeyê li hev bikin DAÎŞ'ê bi kar tînin?" -
Li Hesekê çalakiya bi kon: Li dijî tecrîdê em bibin yek
Li Hesekê ji bo xwedîlêderketina berxwedana zindanan a li dijî tecrîda Îmraliyê çalakiya bi kon hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 2’an de didome. -
Dewleta Tirk gundên Efrînê û Şehbayê bombe dike
Dewleta Trk a dagirker gelek gundên Efrînê û Şehbayê bombe kir. -
Dewleta Tirk a dagirker ji 3 baskan ve bombeyan li Eyn Îsayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete, bi topan bombardûmaneke giran li Eyn Îsayê û rêya bejahî ya M4 dikin. -
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn spartin axê
Cenazeyê Elî El Ebid û Mihemed El Hilû yên şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li ser erka xwe şehîd bûbûn, bi merasîmekê spartin axê. -
Ciwanên Hesekê bi çalakiya kon piştgirî dan berxwedêrên zindanan
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi çalakiyekê xwedî li berxwedêrên li zîndanan ên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê, derketin.