ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Di êrîşên dewleta Tirk de 12 kes hatin qetilkirin
QSD'ê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 12 kes şehîd bûn, 25 kes jî birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir: Xwe bêdeng neke
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemîne û bi lez bikeve nava liv û tevgerê. -
Bombardûmana li ser Kobanê dewam dike
Bombardûmana hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda Kobanê dewam dike. Cihekî înşaetê û navçeya Şêxlerê hate bombekirin. -
Mazlûm Ebdî: Hêzên me amade ne ku gelê me biparêze
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan û qadên sivîl daxuyaniyek da û got, "Hêzên me amade ne ku gelê me û xaka me biparêzin." -
Dewleta Tirk li Dêrikê komkujî kir
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona gazê ya Siwêdiyê de 8 karkerên stasyonê şehîd bûn. -
Dagirkeran êrîş birin ser Qamişlo û Kobanê
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Qamişlo û Kobanê. -
Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya alternatîf tê dayin
Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 4 hezar û 775 xwendekar dixwînin. Mamosteya Sosyolojiyê Nûjîn Hesen anî ziman ku Zanîngehên Rojava, Kobanê û El Şert alternatîfa zanîngehên sîstema netewe dewletê ne. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Li Qamişloyê 3 şehîd
Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşa li Til Rifetê ku 4 sivîl qetil kir, êrîş bir ser hemû herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Li Qamişloyê 3 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike
Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşa xwe ya li ser Til Rifatê ku 2 sivîl qetil kirin, êrîşî Kobanê, Minbic, Şehba, Dêrik û Til Temirê dike. -
Dewleta Tirk li Til Rifetê 1 jê zarok 2 kes qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Îbrahîm Mihemed Şêxo ê 55 salî û Melek Şîyar ê 5 salî şehîd bûn. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî welatiyek revand û ber bi cihekî nediyar ve bir. -
Dewleta Tirk li Efrînê xwişk û bira revand
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê xwişk û birayek revand. -
'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin'
Ji pêkhateyên Ereb Heza Mihemed û Ebdulezîz El Elî diyar kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo wê têkoşînê mezin bikin. -
Lokman Xelîl: Bi windakirina Reqayê re DAÎŞ kete pêvajoya têkçûnê
Endamê Fermandariya Giştî yê QSD’ê Lokman Xelîl: DAÎŞ’ê bajarê Reqayê hema wisa ji xwe re mîna paytext ne hilbijart. Bi zanabûn û plansaziyek demdirêj ev yekê kir û bi windakirina Reqayê re ket nava pêvajoya têk çûnê. -
Cegerxwîn ji bo gelê Kurd mirateyeke mezin hişt
Boniye Suad Cegerxwîn da zanîn ku bavê wê mîrateyeke mezin ji bo gelê Kurd hiştîye û got: "Di vê sedsala nû de helbestvanekî weke Cegerxwîn ji bo gelê Kurd bû şansek." -
'Konferansa Navneteweyî ya Perwerdehiyê, mîrasa şoreşê ye'
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim, têkildarî Konferansa Navneteweyî ya Perwerdehiyê, diyar kir ku ji bo perwerde di asta akademîk de bê pêşxistin xebatên xwe berdewam dikin û got, “Ev pêşketin bi saya şoreşê pêk hatine.” -
Rêveberiya Xweser: Em bi penaberên Sûriyeyî re ne
Hesen Koçer got, "Em ê her derfeteke xwe bi gelên Sûriyeyê re parve bikin. Em hewl didin ji pêwîstiyên hemû gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bibin bersiv." -
Nîşaneya berxwedan û azadiyê bû
Gaziyê herî temendirêj ê Şoreşa Rojava Apê Nemir, xaka xwe neterikand, bi biryardarî li çeperan şer kir û bi vî rengî rastiya gelê şerker raxist pêş çavan. -
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê 3 zarok qetil kirin
Di bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê El Fetsa ya Eyn Îsayê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
HRE'yê tol hilanî: 2 jê leşker 24 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin
Hate ragihandin ku di çalakiyên HRE'yê de 24 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 2 ji wan leşker bûn. -
Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya Qamişlo bi eleqeyeke mezin dewam dike. -
Li Hesekê pêşangeha wêne û pirtûkên Abdullah Ocalan
Li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê, pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya Macid El Eqraî yê di encama krîza dil de şehîd bû, eşkere kir. -
Dayika Aştiyê Yadê Hefo jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Yadê Hefo ya ku demekê tedawiya penceşêrê didît, di 76 saliyê de jiyana xwe ji dest da. -
11 hezar ton tov li cotkarên Kantona Cizîrê hatiye belavkirin
Endamê Beşa Şînkahî ya Kantona Cizîrê Mesûd Mihemed da zanîn ku tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî ew alikariyeke mezin didin cotkaran û got: “Heta niha 11 hezar ton, tov li cotkarên Kantona Cizîrê hatiye belavkirin.’’