Nasnameya 3 şervanên QSD’ê yên şehîd bûne, hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di mehên Gulan û Hezîranê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên ku li cih û demên cuda şehîd bûne, eşkera kirin.

Li gorî daxuyaniyê şervanê QSD’ê Ebdilqadir Şêx Osman (Ebû Casim El Reqawî) ji ber krîza dil, Ciwan Seîd Ebdilrehman (Can Şêr) li bendava Tişrînê û Xalid Seyah El Ibrahîm (Silêman) li Dêrazorê şehîd bûne.

QSD’ê sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest û soz da ku ji bo pêkanîna armancên şehîdan têkoşîna şoreşgerî dewam bikin.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Navê kod: Ebû Casim El Reqawî

Nav û Paşnav: Ebdulqadir Şêx Osman

Navê Dayikê: Şemse

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 10 Hezîran 2025 (Ji ber krîza dil şehîd bû)

***

Navê Kod: Can Şêr

Nav û Paşnav: Ciwan Seîd Abdulrehman

Navê Dayikê: Sebah Hamada

Navê Bav: Seîd

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn, 3 Gulan 2025 (Ji ber teqîna mayînekê şehîd bû)

***

Navê kod: Silêman

Nav û Paşnav: Xalid Seyah El Ibrahîm

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Seyah

Cihê Jidayikbûnê: Dêrazorê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazorê - El Cezra, 9 Hezîran 2025