Şandeya Ewropî ya payebilind ku ji endamên PE’yê û Rêxistina "Parêzerên Sînornenas" a Fransî pêk tê, îro bi nûnerên Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Kombenda Efrîn a Civakî re li bajarê Qamişloyê hevdîtin kirin. Ev hevdîtin di çarçoveya veguhastina êş û zehmetiyên koçberan ji Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî re hat kirin.
Şandeya Ewropî ji van navan pêk tê:
Mounir Satouri: Endamê Parlamentoya Ewropayê yê Fransî, Serokê Komîteya Mafên Mirovan, Parêzerê Baroya Parîsê.
Emilie Moreno: Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Meclîsa Neteweyî ya Parêzerên Fransî.
Fabienne Sevran: Seroka Komeleya Fraternité Générale.
Marie Doss: Parêzera Baroya Parîsê, endama Rêxistina Parêzerên Sînornenas a Fransî (ASF).
Matthieu Yagard: Parêzera Baroya Parîsê, nûnerê ASF.
Di civînê de Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Kombenda Efrîn a Civakî; Ciwan Îso, Zehra Semo, Azad Evdikê, Cibraîl Mistefa, Ebdullah Şikakî û Gulê Cafer amade bûn.
Di civînê de zehmetiyên mirovî, hiqûqî yên li hember koçberên li herêmê, nexasim ên di aliyên bicihbûnê, perwerdehiyê, baldariya tenduristî de hatin gotûbêjkirin. Her wiha binpêkirin û koçberkirinên bi darê zorê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bû rojev.
Nûnerên komîte û kombendê diyar kirin ku pêwîstî bi pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî û dîplomasî ji bo pirsgirêka koçeran heye û vegerek ewle û dilxwazî hebe. Nûneran destnîşan kirin ku hevkariya rêxistinên hiqûqî yên Ewropa di belgekirina binpêkirinan û vekirina kanalên alîgiriya navneteweyî de, pir girîng in.
Şandeya Ewropî jî girîngiyek mezin da vê dosyayê û got ew pabend e ku van mijaran ji aliyên têkîldar ên PE’yê re veguhêzin û wê hevkarî û pevguhertina agahiyan berdewam be.
Ev hevdîtin di çarçoveya rêzetevgerên aliyên sivîl û hiqûqî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibin de ku balê bikişînin ser êşên koçberan û berevaniya mafên wan ên rewa yên vegerê û jiyana birûmet, pêk tê.