Li Îdlibê li du nuqteyan êrîşa dronê: Herî kêm 3 kes mirin

Hat ragihandin ku Hêzên Koalîsyona Li Dijî DAÎŞ’ê ya Navneteweyî li Îdlibê êrîşî motorsîkletekê kir, li nuqteyeke din bi balafira bêmirov êrîş pêk anî. Li seranserî Sûriyeyê di nava 24 saetan de zêdeyî 10 kes mirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, droneke girêdayî Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li ciheke nêzî bajarokê Dana ya Îdlibê êrîşî motorsîkletekê kir. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 2 kes mirin. Nasnameya kesên mirî nehat zanîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêma Tecamui El Kerama ya li bakurê Idlibê bi dronekê êrîşî wesayîtekê hatiye kirin. Li gorî agahiyên destpêkê kesek mir.

Her wiha SOHR’ê destnîşan kir ku di nava 24 saetan de li welêt ji ber buyerên tundiyê, herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku ev mirin, di encama şer, teqîn û êrîşên bi hedef ên li herêmên cuda yên welêt de çêbûne. Hat zanîn ku her du êrîşên dawî yên li Îdlibê li vê bîlançoyê nehatine zêdekirin.