Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê 4 kesên ji Efrînê revandin

Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk 4 kesên ji Efrînê revandin.

Komên çeteyan ê girêdayî dewleta Tirk li gorî saeta herêmê di saet 15:00’an de li ser rêya navneteweyî ya nêzî bajarokê Dêr Hafirê 3 kesên ji Efrînê revandin.

Kesên hatin revandin di dema rêwîtiya de ku ji Qamişloyê ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve diçûn hatin revandin.

Navên kesên hatine revandin:

Ebdulhenan Mistefa (54), ji gundê Feqîra yê Efrîna dagirkirî.

Ekrem Mihemed Elo (41), ji gundê Qitmê yê Efrîna dagikrirî.

Ebduselam Ehmed El Xelîl (35), ji gundê Xirabî Şera yê Efrîna dagirkir.

Şêniyên ku di heman wesayîtê de bi revandiyan re bûn, diyar kir ku çeteyan ew di bin gefa çekê de ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha revandî ne û aqûbeta wan nayê zanîn.

Hate zanîn ku endamên "Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê li ser benda kontrolê ya El Şet a li têketina rojavayê bajarê Ezazê ya li ser rêya Heleb-Efrînê, ciwanê bi navê Ehemd Osman Hemo hat revand.

Ehmed Osman Hemo ji gundê Xalta yê gundewarê bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî ye, ev 11 sal in li Helebê bi cih bûye.

Ev kiriyar, li gorî xalên 8 û 3 yên peymana Helebê ku di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de hatibû îmzekirin, binpêkirin e.

Naveroka xala 8’an wiha dibêje; "Tevgera çûn û hatinê ya şêniyên her du taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin."

Her wiha naveroka xala 3’yan jî wiha ye; "Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in."