Şêro Tirbespiyê bi merasîmeke bi heybet hate veşartin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo Şêro Tirbespiyê (Emced El Hebîb) ku 2'ê Çileya 2025'an di Berxwedana Tişrînê de şehîd bû, merasîmeke bi heybet lidar xist.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo Şêro Tirbespiyê (Emced El Hebîb) ku 2'ê Çileya 2025'an di Berxwedana Tişrînê de şehîd bû, merasîmeke bi heybet lidar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Tirbespiyê di 9` Nîsana 2025`an de, merasîmên xiyabî ji bo şehîd şêro Tirbespiyê li dar xistibûn.
Piştî serketina berxwedana bendava Tişrîên Hêzên QSD`ê gelek cenazeyên şervanên xwe ji destê çeteyan xilas bikin, yek Ji wan şervanê QSD`ê jî Emced El hebîb e ku di 2’ê Çileya 2025 an de di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bûbû, îro li pakrewangeha şehîd Dilşêr hate oxirkirin.
Di merasîman de bi dehan şêniyên bajarê Tirbespiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl hazir bûn. merasmî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Paşê bi navê malbata şehîd Emced, Hikmet El Hebîb axivî û got serê malbata şehîd Emced û tevahî malbatên Şehîdan saxbe. Em soz didin ku em ê hertim li pey doza wan bin.
Hikmet destnîşan kir ku bi saya şehîdên mîna Emced û rêhevalên wî em îro bi aramî jiyan dikin.
Di dawî de bi şiyara şehîd namirin şervanê QSD`ê Şêro Tirbespiyê li pakrewangehê hat oxirkirin.