Li Tebqayê 2 endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Li çoltera Tebqayê di encama operasyona hêzên QSD’ê de 2 pisporên teqemeniyê yên endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li çoltera Kantona Tebqayê şaneyek DAÎŞ’ê bê bandor kir û 2 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.

Li gorî daxuyaniyê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehî ya hevbeş li bajarokê Mensora yê Tebqayê li dijî şaneyekê pêk anî. Di encamê de şaneya DAÎŞ’ê ya terorîst hat bêbandorkirin.

Piştî şopandina berdewam û baldar a tevgerên şaneyê, nuqte û cihê veşartina wan hat diyarkirin, bi wê re hêzan ew cih dorpêç kir û 2 çeteyên DAÎŞ’ê girtin. Navê yekî "Ebdusetar Ebdulfetah El Mihemed (Ebî Emîra) ye û ya din jî birayê wî ye yê bi navê "Mihemed Ebdulfetah El Mihemed (Ebî El Bera)" e. Ew her du ji Mensora ne.

QSD’ê anî ziman ku Ebdusetar û El Mihemd di çêkirina teqemeniyan de kar kirine, her wiha di kargeheke turno ya çêkirina bêdengkerên çekan, mayîn û teqemeniyan de dixebitîn.

QSD’ê diyar kir ku li gel hewldanên DAÎŞ’ê yên firsedgirtina ji aloziya heyî ya li Sûriyeyê, ji bo xurtkirina rêxistinêna xwe, êrîşên xwe li dijî sivîl û saziyên xizmetguzarî yên herêmê pêk bînin, lê operasyonên hêzên QSD’ê yên ewlehî û leşkerî li dijî çeteyên ranawestin û wê dewam bikin heta ku ew tên tinekirin.