QSD: 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

QSD'ê li Dêra Zor û Qamişloyê di operasyonên dijî hucreyên DAÎŞ'ê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

"Doh (20'ê Nîsana 2021'ê) hêzên me û hêzên kaolîsyona navneteweyî li dijî DAÎŞ'ê 2 operasyonên hevpar kirin.

Di encama van operasyonan de:

Li navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê çeteyekî DAÎŞ'ê tevî çek û cebilxaneyên pê re hate girtin.

Li bajarokê El Sabha yê Dêra Zorê jî çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin."