Di êrişa milîsên Şamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrişa milîsên hikumeta Şamê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn. Yek ji zarokên birîndar jiyana xwe ji dest da.

Li gel agirbesta ku şeva Çarşemê hate ragihandin, milîsên Dîfa El Wetenî yên ser bi hikumeta Şamê êrişên xwe nesekinand, lewma şer dewam dike.

Ji ber êrişa milîsên Şamê ya li ser kolana Wahdayê, zarokên bi navê Ehmed Hemûd Hemûd (14) û Mehmûd Mehmûd (10) birîndar bûn.

Her du zarokên ku bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê, lê Mehmûd Mehmûd jiyana xwe ji dest da.

Şeva 21'ê Nîsanê bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûs aliyan li ser agirbestê li hev kiribûn.

Lê belê mîlîsên Dîfa El Wetenî roja Pêncşemê agirbest binpê kirin û êriş birin ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Kolana Wehdayê ya li kêleka taxa Teyî ya li başûrê bajêr.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ragihandin ku di çarçoveya parastina rewa de bersiv dane êrişan. Şerê li herêmê dewam dike.

Şer şeva 20'ê Nîsanê saet di 22:00 de ji ber ku milîsên hikumeta Şamê êriş birin ser nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kiribû.

Di vê êrişê de endamê Asayîşa Qamişloyê Xalid Milhêm Osman şehîd bû.