Milîsên Dîfa El Wetenî zarokek birîndar kirin

Êrîşên milîsên Dîfa El Wetenî li taxa Tay a Qamişloyê didom e. Di encama gulebarana milîsên Dîfa El Wetenî de zarokek 12 salî birîndar bû.

Êrîşên milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li taxa Tay a Qamişloyê didomin. Di encama êrîşê zarokê 12 salî yê bi navê Ehed Osman birîndar bû. Ehed ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneye Xebat.

Milîsên Dîfa El Wetenî berêjî li ser rêya El Wehde gule berdabû 2 zarokan. Di encama guleberdanê de zarokek şehid bûbû yek jî birîndar bûbû.