Dewleta Tirk li gundê Hoşanê li malên sivîlan da

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşanê ya li rojavayê Eyn Îsayê bomberdûman kir û li malên sivîlan da.

Li gorî nûçeya ANHA’yê dagirkeran gundê Hoşanê ya li rojavayê Eyn Îsayê û li ser rêya M4’ê da. Di êrîşan de malên sivîlan hate bomberdûmankirin.

Şervan û gelê Eyn Îsayê di 19’ê Adara 2021’an de piştî berxwedana sê rojan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şikandibûn. Dagirkeran tehamulî vê berxwedanê nekirin û demeke dirêj e li Eyn Îsayê didin.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de di êrîşên xwe de çekên qedexe yên wekî bombeavêjan bi kar tîne û gelê herêmê dike hedef. Encamên êrîşa li dijî gundên Hoşanê, rastiya artêşa Tirk a dagirker derdixîne holê.