Nasnameya şervanê di êrişa Dîfaa El-Wetenî de şehîd bû hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 20'ê Nîsanê di êrişa çeteyên Dîfaa El Wetenî de şehîd bû Xalid Milhim Osman e.

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdekî xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Endamê hêzên Asayîşa Qamişlo Xalid Milhim Osman doh, 20'ê Nîsanê di encama êrişa milîsên Dîfaa El-Wetenî de yên girêdayî hikumeta Şamê, li dijî benda kontrolê ya hêzên me li kolana El-Wehde ya Qamişlo, şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Xalid Milhim Osman
Navê dayikê: Fatme
Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 01.12.2012
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 20.04.2021

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiya li malbata şehîd Xalid dikin û bejna xwe li hember bîranîna şehîdan ditewînin, ji ber şehîdan canê xwe di oxira parastina xak û gel de da. Em soza xwe ji malbatên şehîdan re bi taybetî û gelê me bi tevahî nû dikin ku parastina wan bikin û li rêça şehîdan bimeşin."