Cenazeyê şehîdê QSD’ê Hemîd li Tebqayê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebulsetar Hemîd bi merasîmkê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD'ê Ebdulsetar Hemîd ê 19’ê Nîsana 2021’ê li Tebqayê dema li ser erka xwe bû şehîd ket, li Goristana Şehîdan veşartin.

Merasîm di çarçoveya tedbîrên vîrûsê de hate kirin. Kerwanê oxirkirinê ji bajarê Tebqayê ber bi goristana Şehîdan a Tebqayê ve derket. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamê rêveber ê meclîsê Mûsa El-Temir axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê endamê rêveber ê meclîsê Ebdulqadir Hamid axivî û wiha got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne, ji bo welateke azad û bi rûmet berdêlên giranbuha dane. Em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin."

Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed nasnameya şehîd xwest û radestî malbata şehîd kir.

Hevalên şehîd, cenazayê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spartin axê.