Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Osman bi merasîmekê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan kesî li Qamişloyê cenazeyê endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Osman bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Li bajarê Qamişlo, bi tevlîbûna sedan kesî, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser tevlî merasîma endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Osman bûn ku di 20`ê Nîsanê de di êrîşa milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê li dijî bendeke kontrolê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şehîd bûbû.

Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir . Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mehûsm Hesen axivî û diyar kir ku tevî belavbûna vîrusa Koronayê li herêmê lê şêniyên bajarê Qamişlo qebûl nekirin ku şehîd Xalid bi tena xwe derbasî goristana şehîdan bibe.

Hesen destnîşan kir ku Meclîsa Malbatên Şehîdan mizgîniyê dide hemû şehîdan ku rêhevalên wan û têkoşerên di oxira azadiyê de canê xwe dane wê tola hemû şehîdan rakirin û wiha domand: "Şehîdên me bûne rêya ji nû ve nivîsandina dîroka Kurdî. Ji beriya 40 salî ve ev cara yekemîne ku gelê Kurd dîroka xwe bi destê xwe dinivîsîne ne bi destê dijmin. Ev yek jî bi saya şehîdan e."

Her wiha Hesen got yekîtiya di navbera Kurd û Ereban de bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, bû cihê ne rehatiya hêzên desthildar, lewra her tim hewl didin fitneyê di navbera wan de çêkin û got: "Hikumeta Baas û ajandeyên wê yê herêmî, hewl didin ku fitneyê li herêmê çêkin, da ku ewlekarî û istiqrara herêmê têk bibin."

Herî dawî Hesen got: “Armanca rejîma Baas ku gelê Ereb li dijî Rêveberiya Xweser û gelê Kurd derxîne lê birayên me yên Ereb siyasetên wan ên desthilatdar nema bawer dike."

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîlî û dirûşman spartin axê.