ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di çalakiyên hemwext ên HRE’yê de 7 leşker û çete hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku di encama çalakiyên hemwext ên li dijî dagirkeran de 7 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. -
HRE'yê tol hilanî: 20 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), ragihand ku wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker rêzeçalakiyên bersivdayînê pêk anîn û 20 dagirker ceza kirin. -
Meclîsa Jin li Şehbayê Viyan Soran bibîr anî
Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan li Kantona Şehba û Efrînê yek ji endama Komîteya avakirina PKK’ê û Fermandara YJA Starê Viyan Soran bibîr anî. -
'Li dijî gefa DAÎŞ'ê, hêzên me bûne mertal ji cîhanê re'
Sara Qewas bal kişand ser girîngiya 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê û destnîşan kir ku hêzên wan li dijî gefa DAÎŞ'ê bûne mertalek ji bo parastina cîhanê. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê darvekirina 4 ciwanên Kurd hate şermezarkirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê darvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin şermezarkirin. -
Ji bo şehîdê YPG'yî li Dêrikê merasîmeke girseyî hate lidarxistin
Ji bo şervanê YPG'ê Mazin El Şêx ku li bejahiya Dêrazorê ji ber qezayê şehîd bû, li Dêrikê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Şêniyên Kobanê li dijî darvekirina çar ciwanên Kurd û êrîşên dewleta Tirk meşiyan
Bi sedan welatiyên ji Kantona Firatê li dijî darvekirina çar ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan. -
Operasyona li Kampa Holê di roja 5'an de ye
Qonaxa sêyemîn a Operasyona 'Ewlekarî û Mirovî' ya Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Kampa Holê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dimeşîne, di roja 5'emîn de ye. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Mazil El Şêx ku di encama qezayekê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd bû. -
Dr. Ebîr Hessaf: Demografî tê guhertin
Dr. Ebîr Hessaf anî ziman ku bi polîtîkaya koçberkirinê re guhertina demografiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê ferzkirin û got, "Li dijî vê yekê divê têkoşîneke hevpar bê meşandin." -
'Kantona Firatê û 660 gundên wê ji ber êrişên dewleta Tirk bê elektrîk man'
Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Eyşe Nasir got, "Dewleta Tirk qaşo li ber Îsraîlê radibe û dibêje, tiştên li Fîlîstînê dike, li dijî mirovahiyê ye. Gelo tiştên ew bi xwe dike çi ye?" -
Dagirker gundên Şehbayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêxa Îsa, Miniq, derdora Til Rifetê û derdora Kampa Berxwedan ên girêdayî Şehbayê topbaran dike. -
Operasyona li Kampa Holê didome
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 4’emîn a qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlekariyê” de dest danîn ser hejmareke zêde ya çek û bombeyan. Yekîneyên Antî Terorê (YAT) jî beşdarî operasyonan bûn. -
Li Kampa Holê gelek çete hatin girtin
Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê ku bi desteka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, QSD’ê û YPJ’ê tê meşandin di roja 3’yemîn de dewam dike. -
HRE: Gelek leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku di çalakiyên bersivdayîna li hemberî êrîşên dewleta Tirk de gelek leşkerên Tirk û çete hatine kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Efrîn û Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşên xwe yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê berfireh kirine, bi çekên giran 7 gundên kantonê topbaran dikin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 kesên din jî revandin
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê du kesên din jî revandine. Hejmara kesên ku di meha Çileyê de ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, gihişt 38’an. -
Êrîşên dagirkeriyê mirovan neçarî koçberiyê dikin
Piştî ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, zêdeyî 700 hezar mirov neçar man ku koç bikin. -
Dewleta Tirk gundê Şewarqa û Bêlûniyê bombebaran dike
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker gundê Şewarqa ya navçeya Şera û gundê Bêlûniyê ya navçeya Til Rifatê bombebaran dike. -
40 sal in xencer û meqesan çêdike
Afram Yûnan ku ev 40 sal in xencer û meqesan çêdike, pîşeya xwe bi hezkirin didomîne û wê fêrî nifşên nû jî bike. -
Xetereya DAÎŞ'ê ya li Kampa Holê nayê dîtin
Ji sala 2019'an dema rizgarkirina Baxozê ji DAÎŞ'ê û vir ve Kampa Holê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû cihê herî xetere. Lê belê têkildarî vê kampê ti dewlet û saziyên navneteweyî bi berpirsyarî ranabin. -
Silêman Mihemed li Şêrawayê hat revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker Silêman Cuma Mihemed (39) ji gundê Beiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revand. -
Li Kampa Holê di 24 saetên dawî de 29 DAÎŞ'î hatin girtin
Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi piştgiriya QSD û YPJ’ê ku li Kampa Holê dane destpêkirin, di roja sêyemîn de 8 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Îsraîlê careke din li Şamê êrîşî Îranê kir: 6 kes mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku roja Duşemê Îsraîlê êrîş bir ser başûrê Şamê û şervanên alîgirê Îranê jî di nav de 6 kes mirin. -
Cenazeyê şehîd Birusk Zendûra bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Bi sedan ji şêniyên Kantona Firaê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Birusk Zendûra berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê.