BI DÎMEN

'Li dijî gefa DAÎŞ'ê, hêzên me bûne mertal ji cîhanê re'

Sara Qewas bal kişand ser girîngiya 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê û destnîşan kir ku hêzên wan li dijî gefa DAÎŞ'ê bûne mertalek ji bo parastina cîhanê.

Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Sara Qewas têkildarî Oparasyona Mirovî û Ewlekariyê a ku li Kampa Holê tê meşandin ji ANF'ê re axivî.

Sara Qewas diyar kir ku liv û tevgera DAÎŞ'ê ya li Kampa Holê ne tenê li ser Kurdan, li dijî tevahiya cîhanê metirsî ye û got, "Di van operasyonan de gelek şaneyên razayî hatin girtin. Li Kampa Holê şaneyên DAÎŞ'ê gelek mirov kuştin, êşkence li mirovan kirin, destdirêjî kirin. Gelek tunel li kampê hatin dîtin. Her wiha zarokên malbatên DAÎŞ'î jî li ser fikra Îslama radîkal perwerde dikin, wan fêrî kuştinê dikin. Ev yek li ser tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê xetereyeke mezin e. Lê çawa ku DAÎŞ li Kobanê hate têkbirin, ji bo ewlehiya herêmê û cîhanê jî em ê bibin mertalek."

"HÊZÊN ME LI HEMBERÎ VÊ HOVÎTIYÊ BÛNE MERTAL"

Sara Qewas ragihand ku ku Kampa Hol weke bombeyekê ye û ew bombe jî kes nizane kengî biteqe û got, "Armanca operesyonê rêgirtina li ber xeteriya DAÎŞ'ê ye ku bûye wek bombeyekê û kes nizane ku kengî bê teqandin. Lê belê hêzên me YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî vê hovîtiyê bûne mertalek ji bo cîhanê. Lê cîhan jî li hemberî hovîtiya DAÎŞ xwe bêdeng kiriye. Divê êdî cîhan bi giştî ji DAÎŞ û malbatên wan re çareseriyekê bibînin."

Sara Qewas destnîşan kir ku bi hezaran ji malbatên DAÎŞ'iyan li Kampa Holê hene û got, "Ev malbat li ser Îslama radîkal, li ser hizra DAÎŞ tevdigerin û xwe perwerde dikin. Lê dîsa jî çawa li hemberî vê zihniyetê ku bi destê jinê li Kobanê sekinîn û ew têk birin, car din jin li kampa hol rola xwe dilîze, ji bo ewlehî û aramiya tevahî herêmê."

Sara Qewas got, "Dewleta Tirk ku li cîhanê serkêşa terorê dike. Wê bi xwe DAÎŞ mezin kir û li tevahî cîhanê belav kir. Heta niha jî ew DAÎŞ ku bi dewleta Tirk hatiye avakirin, dawî lê nehatiye. Dewleta Tirk a dagirker xwest bi van êrîşan car din ew şaneyê DAÎŞ yên razayî hişyar bike, mînaka wê jî liv û tevgera li nava kampa Holê ye."

Sara Qewas anî ziman ku ew ê heta dawiyê bi hemû neteweyên xwe bi hêza xwe biparêzin û got, "Xeteriya DAÎŞ'ê û şaneyên xwe yê razayî ne tenê xeteriyeke li ser Herêma Bakur Rojhilatî Sûriyê û ne jî Rojhilata Navîn e , lê ew bi xwe mezintirîn metirsî li ser cîhanê ye. Em jî heta dawiyê bi hemû neteweyên xwe li pey hêzên xwe ne û em ê heta dawiyê jî wek jin li pey hêza xwe ya jin bin. Bang li tevahî cîhanê dikin ku ew gelê xwe bibe, ji ber ku ji her devera cîhanê di kampa Holê de hene."