13 kesên ku xespkirina îradeyê protestokirin hatin girtin

Li Wan û Bedlîsê di serdegirtina malan de kesên hatibûn binçavkirin, 13 kes bi hinceta ku li Wanê beşdarî çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê bûne hatin girtin.

OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hat destpêkirin de, 13’ê Gulanê di saetên sibê de di serdegirtina malan de 55 kes bi hinceta “li bajêr beşdarî çalakiyên protestoyî bûne” hatin binçavkirin.

Ji 15 kesên duh li dozgeriyê îfadeya wan hatibû girtin 8 kes hatin girtin, 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Îro ji 15 kes
sewqî dozgeriyê hatibûn kirin 4 kes hatin girtin, lîstikvanê ŞanoWan Ferhat Aslan jî di nav de 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Karûbarê 6 kesan hê jî didome.

Ji 55 kesan 25 kes ji ber hincetên girtinê îdiayên "li hemberî polêsan li ber xwe daye", "endamtiya rêxistina terorê" û "xisar dane mal û milkên gel" 3 roj in li midûriyeta polîsan tên ragirtin li benda girtina îfadeyên wan in.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ve hat destpêkirin de polîsan danê sibehê li navenda Bedlîsê, navçeyên Tetwan û Xîzanê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 16 kes hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê xebatên îfadeyê dewam dikin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn, li ser dosyayê biryara nepenîtiyê hat dayîn.

3 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî karûbarên ewlehiyê serbest hatin berdan, 3 kesên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Mehmet Sakin Altin ku ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin.