YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Mazil El Şêx ku di encama qezayekê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd bû.
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Mazil El Şêx ku di encama qezayekê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe ragihand.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
“Hevrê Mazin ê li Dêrazorê erk û peywira xwe pêk dianî, di 16’ê Çileya 2024’an de di encama qezayekê de bi giranî birîndar dibe. Ji bo dermankirina hevrêyê me li nexweşxaneyê tê razandin lê di 29’ê Çileya 2024’an de tevî hemû mudaxaleyên bijîşkan jî digihîje asta şehadetê.
Hevrêyê me Mazin ji pêkhateya Ereb a ji bajarê Hamayê hatiye dinê. Fikra ku hemû neteweyan hembêz dike û jiyaneke hevpar ava dike, dinase û barê şoreşê ku dikeve ser her welatiyekî ku li ser vê axê dijî, radike. Hevrê Mazin heya şehîd bû jî ji bo jiyaneke azad û wekheviya xwişk û biratiya gelan têkoşiya û bîranîna wî dê di têkoşîna me de her tim bê jiyandin.
Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Mazin û tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza ku me daye şehîdan, heta dawiyê pabend bin û armanc û xeyala wan dê teqez pêk bê.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nasnav: Mazin Şêx
Nav û Paşnav: Mazin El Şêx
Navê Dayikê: Rena
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 29 Çile 2024