Îranê Kurdek din îdam kir
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê Kurdê bi navê Husrev Beşaret ê ji Mehabadê ku 14 sal di girtîgehê de dihat ragirtin, bidarve kir.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê Kurdê bi navê Husrev Beşaret ê ji Mehabadê ku 14 sal di girtîgehê de dihat ragirtin, bidarve kir.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê welatiyê Kurd ê bi navê Husrev Beşaret ê 39 salî ku 14 sal in li girtîgeha bajarê Kerecê bi tawana kuştinê girtîbû, bidarve kir.
Hate zanîn ku Husrev Beşaret dema hatiye girtin 25 salî bûye û di 1’ê Gulanê de xistin hucreya yek kesî û di 13’ê Gulanê de 20 deqeyan destûr hat dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.