Di çalakiyên hemwext ên HRE’yê de 7 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku di encama çalakiyên hemwext ên li dijî dagirkeran de 7 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 30’ê Çileyê de li Şera, Şêrawa û Ezazê yên Kantona Efrînê ya dagirkirî çalakiyên hemwext li dar xistine.

Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

“Di 30’ê Çileyê de li dijî gundê Basilê, li navçeyên Şêrawa, Şera û Ezazê çalakiyên hemwext hatin lidarxistin.

Li navçeya Şêrawa li dijî baregeha Kîmarê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de çekek bi tîpa doçka hate rûxandin.

Li dijî baregeha Enabkê ya navçeya Şera çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li Ezazê li dijî nuqteyeke rê ya çeteyan çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyekî leşkerî-polîsan hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Li navçeya Şêrawa li dijî baregeha Cilbirê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di encama van çalakiyan de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker, 3 çete û polîsek hatin kuştin; 2 leşker, 4 çete û 2 polîs jî birîndar bûn.