Hiqûqnas Demîr: CPT bûye parçeyek ji tecrîdê

Parêzer Cemal Demîr nerazîbûn nîşanî gotina 'tecrîd nîne' ya Wezareta Edaletê da û got, CPT jî parçeyek ji tecrîdê ye.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Parêzer Cemal Demîr daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk nirxand ku beriya niha bi demeke kurt gotibû 'Li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzerên xwe re ti astengî nîne' û anî ziman ku tecrîd bi gelek aliyan û piralî dewam dike.

Demîr ragihand ku ji bo rakirina tecrîdê û sistkirina wê ti gav nehatiye avêtin û destnîşan kir ku ev yek li dijî hiqûqa heyî, hiqûqa navneteweyî, li hemberî mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî ye. Demîr bal kişand ser xemsariya mekanîzma û saziyên navneteweyî yên têkildarî tecrîdê û got, "Dem bi dem CPT serdana girtîgeha Îmraliyê dike, lê belê veguheriye parçeyek ji tecrîdê. Bawerî bi CPT êdî nameye û piştî serdanê jî daxuyaniyê nade raya giştî. Parêzer û malbata Birêz Ocalan timî serlêdanê dikin, lê belê bi cih nayên anîn. Li Îmraliyê hiqûqeke pir rêveberî heye."

'DAXUYANIYA WEZARETA EDALETÊ PÊWÎSTIYA XWE BI ÎZAHATÊ HEYE'

Demîr bi bîr xist ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi gotina 'Cezayê dîsîplînê heye' bersiv da serlêdana Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, lê belê tevî vê yekê jî Wezareta Edaletê daxuyaniyeke sosret da û got, "Di daxuyaniyê de tê gotin, li pêşiya hevdîtinê astengî nîne. Pêwîstiya vê daxuyaniyê bi îzahatê heye. Birêz Ocalan salên dûr û dirêj e tecrîdkirî ye. Sedema vê tecrîdê jî hikumet e. Tevî vê yekê jî daxuyaniya Wezareta Edaletê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nayê îzahkirin. Saziyên hikumetê hevdu piştrast nakin, derewan dikin. Divê êdî bê ser xeta demokrasî û aştiyê.

Tecrîd kiryareke li dijî mafên mirovan û demokrasiyê ye. Li dijî hiqûqa Yekîtiya Ewropayê ye ku Tirkiye jî aliyekî wê ye. Lê belê bi israr tecrîdê dewam dike. Armanca ku ji tecrîdê hêvî dikin wê ti carî pêk neyê, armanc birîna dengê gelê Kurd e lê wê nikaribin vê yekê bi ser bixînin. Divê dawî li vê kiryarê bê anîn û hemû astengiyên li pêşiya dengê aştî û demokrasiyê bê rakirin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi kêrî kesî nayê, bi kêrî desthilatdariyê nayê. Lewma divê ev tecrîda ku li dijî bingeha mafên mirovan e bê rakirin."