BI DÎMEN

Şêniyên Kobanê li dijî darvekirina çar ciwanên Kurd û êrîşên dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan welatiyên ji Kantona Firatê li dijî darvekirina çar ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan.

Welatiyên Kurd ên bi navê Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên 19 meh in girtî bûn, ji aliyê dewleta Îranê ve bi îdîayên ‘hevkariya bi Îsraîlê re’ û ‘sîxurtiyê’ hatin darvekirin. Her wiha duh Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûbûn. Li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û darvekirina her çar Kurdên li Rojhilata Kurdistanê bi hezaran welatiyên Kantona Firatê daketin qadan.

Meş ji Qada Jina Azad destpê kir û heya Qada Aşitîyê dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘’Bijî Berxwedana Gerîla’’ û ‘’Berxwedan Jiyan e’’ hatin berzkirin.

Piştî ku meş gihîşt Qada Aşitîyê, ji bo bîranîna cangorîyên azadiyê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê  jî Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî axivî û got: ‘’Çi dibe bila bibe, kes nikare vîna azad bişkîne. Bi pêşengtiya Rêber Apo û şervanên azadiya Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê, têkoşîneke demdirêj destpê kir. Di encama Peymana Lozanê ya bêbext de Kurdistan parçe bû. Ev meşa me ya îro jî bi saya keda Rêber Apo û şehîdên Kurdistanê ku civaka Kurd ji nû ve hişyar kirin hate lidarxistin. Bi sedan sal in gelê Kurd li hemberî dagirkeran li ber xwe dide û ji niha pêde jî ne Îran ne jî Tirkiye dikarin dawiyê li vê şoreşê bînin."