Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan

Parlementerê Sînn Feînê Francîe Molloy ku ji parêzerên Buroya Hiqûqê yê Sedsalê Mazlûm Dinç re hevdîtin kir, diyar kir ku helwesta Sînn Féinê ya ji bo Ocalan zelal e û got, “Divê Ocalan serbest bê berdan."

JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Ji Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dinç ji bo tevlî hevdîtinên dîplomatîk û sempozyûma têkîldarî girtiyên siyasî bie hat Londonê, bi Parlementerê Sînn Féinê Francîe Molloy re li Parlementoya Brîtanyayê hevdîtinek pêk anî.

Parêzer Mazlûm Dînç rewşa hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Molloy re vegot û bal kişand ser vê yekê ku ev 38 meh in tu têkilî bi wî re çênebûne. Dînç diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd bûye sedema fikarên cidî û wiha got: “Divê demîldest tecrîda mutleq a li dijî hiqûqê bi dawî bibe. Ji bo zexteke demokratîk a navneteweyî bê avakirin û dawî li vê rewşa li dijî hiqûqê bê anîn, divê hemû hêzên demokratîk bi hestiyar bin. Di vê mijarê de destpêkirina hewldaneke bi bandor rê li ber pêşketina aştiya civakî û demokrasiyê veke.

Parlementer Molloy ku dilxweşiya xwe ya ji ber hevdîtinê diyar kir, ji hesaba xwe ya X parvekirinek kir.

Molloy wiha got: “Ez pê şanaz im ku min bi parêzerê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan 25 sal in girtî ye. 38 meh in tu têkilî pêk nehat. Ev naye tolere kirin. Sînn Feîn zelal e; divê Ocalan serbest bê berdan."