BI DÎMEN

Endresen: Tecrîd mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye û got, "Pirsa esasî ew e ku li hemberî tecrîdê divê em çi bikin. Şert û mercên ku Ocalan lê tê ragirtin, mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e."

SÎSTEMA QIRKIRINÊ YA ÎMRALIYÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, 38 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.

Ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di asta navneteweyî de pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' tê lidarxistin. Hêrsa li dijî tecrîdê ya kesayetên ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin, mezin dibe. Parêzerê Norwêcî Bent Endresen têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Bent Endresen anî ziman ku salên dûr û dirêj li ser pirsgirêka Kurd xebitî û gelek caran serdana Tirkiyeyê kir û got, "Haya min ji şert û mercên tecrîdê heye ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin. Şert û mercên ku tê de ye bi temamî rewşeke îllegal e. Di mijara tecrîdê de gelek tişt hene ku mirov dikare bibêje. Şert û mercên ku Ocalan tê de ne beriya her tiştî li dijî qanûnê ye û diviyabû beriya demeke dirêj bihata nirxandin."

EWROPA JI BER BAZARIYÊ BÊDENG DIMÎNE

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen got, "Di mijara şert û mercên ragirtina Ocalan de pirsa esasî ew e ku divê çi bê kirin" û wiha dewam kir, "Ev pirs têkildarî hewldanên ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ye, çi li girtîgehên tîpa F, çi jî li girtîgehên tîpa S bêne ragirtin. Şert û mercên ku girtî tê de ne ti carî nayên qebûlkirin."

Endresen got, "Civak û saziyên Ewropayê ji bo her kesên ku li Tirkiyeyê bi zehmetiyên siyasî re rû bi rû ne tişta pêwîst nakin. Pirsa esasî ew e ku Ewropa çima helwesteke bi vî rengî nîşan dide? Bi dîtina min em bi sedema wê zanin. Ji ber polîtîkayên penaberiyê bi ser Tirkiyeyê ve naçin. Di çarçoveya bazariyê de destûr ji kiryarên Tirkiyeyê re têne dayin."

Parêzer Endresen anî ziman ku dema dawî gelek mirov li pêşberî pirsgirêkan hîn bi berpirsyarî tevdigerin, çalak bûne û got, "Li hemberî qirkirina li Xezeyê liv û tevgereke girîng a siyasî heye. Bi dîtina min ev yek tevgereke ku ji bo mirovên bindest têkoşîna edaletê wê dewam bike. Ez piştgiriyê didim girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û gelê Kurd ku li Kurdistanê zext lê tê kirin. Kiryarên li dijî Ocalan mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e."