BI DÎMEN

Li Hezroyê zeviyên gundiyan têne desteserkirin

Dewlet bi desteserkirina zeviyên gundiyên Mîrgî yê Hezroyê bîra petrolê dikole. Gundiyên li ber vê yekê rabûn gotin, "Xaka me tê desteserkirin."

LI HEZROYÊ DESTESERKIRINA ZEVIYAN

Li gundê Mîrgî yê Hezroyê, dewleta ku dest daniye ser zeviyên gundiyan bîra petrolê dikole û bi vî rengî hem metirsiyê li ser gund çêdike hem jî zexta koçberiyê li ser gundiyan ferz dike.

Li gundê Mîrgî yekane çavkaniya debarê sewalkarî û çandinî ye. Bîrên petrolê yên ku gefê li qada jiyanê ya gundiyan dixwin, bêyî destûra gundiyan têne kolandin. Şêniyên ku destûrê nadin kolandinê, zeviyên wan bi rengekî neqanûnî têne desteserkirin. Rayedaran bersiva 'hûn destûrê nedin jî em ê bikin' dan gundiyan û zeviyên ji genim, nîsk û nok ên gundiyan bi temamî tine dikin. Tinekirina zeviyan ku di heman demê de çavkaniya debarê ya gundiyan e, zemînê ji koçberiyê re ava dike.

'TEVÎ KU TAPÛYÊN ME HENE, VÊ DIKIN'

Ji gundiyan Fesîh Balvey ji ANF'ê re got, "Tevî ku em naxwazin û me destûr nedane li gelek deveran bîr kolandin. Xaka me hate desteserkirin. Me gelek caran hevdîtin kir, ji wan re got, em qebûl nakin lê belê ne xema wan bû. Ev der xaka me ye, keda me ye. Ked û xwêdana me li ser van zeviyan heye. Keda pêşiyên me lê heye. Tevî ku tapûyên me hene jî mîna ku nîne tevdigerin. Me hevdîtin bi leşker, jendermeyan re kir, em çûn qereqolê. Bi gotina 'Em we fêhm dikin, lê belê tiştekî bê kirin nîne' bi xemsarî tevdigerin. 3-4 meh in me mijûl dikin. Di vê dema mijûlkirinê de gelek dever kolandin, beton rijandin. Beton li ser xaka berhemdar rijandin, ku ev yek ji bilî komkujiyê nayê ti wateyê. Li şûna ku bîra petrolê bikolin piştgiriyê bidin gel, piştgiriyê bidin cotkariyê wê ciwanên me li vê derê, li xaka xwe bixebitin."

'XWEZAYA ME TALAN DIKIN'

Fesîh Balvey diyar kir ku sê roj piştî gotin wê destûrê nedin, dest danîn ser zeviyên wan û got, "Bi rengekî bêûsil ketin nava zeviyên min û bi makîneyên kar zeviyê min eciqandin. Leşker hatin gotin, 'Zeviyê de bûye malê dewletê, wê 40 hezar lîre ji te re bê dayin'. Pere ne xema min e, keda min tine kirin, bi kîjan pereyî wê bersivê bidin vê keda min. Lê belê pereyê ku pêşniyar kirin jî komîk e. Min ji wan re bi eşkere got, hûn 40 trîlyon jî bidin ez destûrê nadim ku hûn bikevin nava zeviyên min, lê belê bi kêr nehat. Beton li gelek deveran rijandin. Niha li her devera gund beton û bîr hene. Makîneyên kar hene. Xwezaya me talan dikin. Bi eşkere dibêjin 'Mafê we yê axaftinê nîne'."

'QADA JIYANÊ NAHÊLIN'

Balvey anî ziman ku li gorî texmîna wan wê nêzî 600 bîr li gund bêne kolandin, lewma gund bi tinebûnê re rû bi rû ye.

Fesîh Balvey diyar kir ku ew li vir dimînin, çavkaniya wan a debarê sewalkarî û çandinî ye û got, "Qadeke jiyanê nahêlin, cihekî bêhnstandinê nahêlin. Ev sîstem mafê jiyanê nade me. Keda me bi zordarî ji me distîne. Em ne hewcedarê pereyê wan e. Gundek tê tinekirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Bila her kes dengê me bibihîze, ev zilm e. Gundekî vala dikin, koçberiyê li ser gundiyan ferz dikin. Dixwazin em ji gundê xwe derkevin, dest ji xak û keda xwe berdin."