ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Di doza Kobanê de îro roja biryardanê ye. Rûniştina biryardanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye û got, "Pirsa esasî ew e ku li hemberî tecrîdê divê em çi bikin. Şert û mercên ku Ocalan lê tê ragirtin, mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e."

Dewlet bi desteserkirina zeviyên gundiyên Mîrgî yê Hezroyê bîra petrolê dikole. Gundiyên li ber vê yekê rabûn gotin, "Xaka me tê desteserkirin."

Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim got, "Naskirina hevalê Hakî naskirina PKK'ê ye. Fêhmkirina hevrêtiya wî ya bi Rêbertî re fêhmkirina hevrêtiya PKK'ê ye."

Parêzer Cemal Demîr nerazîbûn nîşanî gotina 'tecrîd nîne' ya Wezareta Edaletê da û got, CPT jî parçeyek ji tecrîdê ye.