Meclîsa Jin li Şehbayê Viyan Soran bibîr anî

Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan li Kantona Şehba û Efrînê yek ji endama Komîteya avakirina PKK’ê û Fermandara YJA Starê Viyan Soran bibîr anî.

Endama Komîteya avakirina PKK’ê û Fermandara YJA Starê Leya Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran di 2'yê Sibata 2006'an de bi wesîleya salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan bedena xwe dabû ber agir. Şoreşger û pêşenga Kurd Viyan Soran di 18’emîn salvegera xwe de ji aliyê Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehba hat bibîranîn.
 
Çalakiya bîranînê li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê pêk hat. Endam û rêveberên Meclîsên Malbatên Şehîdan a Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Komîteya Perwerde ya Meclîsa Malbatên Şehîda ya Kantona Efrîn-Şehba Cûdî Mustafa name û jiyana pakrewan Viyan Soran xwend, her wiha sinevizyon li ser jiyana pakrewan Viyan Soran hate pêşandan.
 
Çalakî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.