Ji bo şehîdê YPG'yî li Dêrikê merasîmeke girseyî hate lidarxistin

Ji bo şervanê YPG'ê Mazin El Şêx ku li bejahiya Dêrazorê ji ber qezayê şehîd bû, li Dêrikê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrik, herêmên Koçerat û Beravê li Goristana Şehîd Xebat şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Mazin Şêx oxir kir. Şehîd Mazin Şêx di 29`ê Çileyê de şehîd bûbû. 

Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Melîhe Ebdullah axivî û got: "Ji bo azadiyê û edaletê şehîd tê koşiya û şer kir, gelê me hîna li ser vê rêgezê ye."

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şaxê bajarê Dêrikê Mihyedîn Xêrkî jî soz da ku rêya şehîd Mazin temam bikin û got: "Êrişên li dijî herêmên me, israra me ya bidestxistina serkeftinê û hildana tola şehîdan zêdetir dike."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin. Dûre girseya gel şehîd spart axê.