ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Mîna navê xwe fedaî bû, mîna Kobanê jî berxwedêr
Fedaî Kobanê ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de li refên herî pêş têkoşiya û di vî şerî de bi giranî birîndar bû, bi daxwaz û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe gihand çiyê. -
'Dewleta Tirk dixwaze xewn û xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne'
Endamên Kongreya Star Rîhan Loqo û Elîf Şêx Mihemed êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin, ku dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze projeya xwe ya Osmanî nû bike. -
'Li dijî dagirkeriyê pêwîstî bi yekîtiya Ereb-Kurdan heye'
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ahmed Bahaa El Dîn Shaaban li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraq û Sûriyeyê işaret bi girîngiya avakirina yekîtiya îradeyê ya Kurd û Ereban kir. -
Gelo wê milyonek Sûriyeyî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bêne bicihkirin?
Ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Abîd ragihand ku dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kamp ava kiriye û ji Erebistana Siûdî û Qûweytê xwest ku piştgiriya ji bo van kampan biterikînin. -
Şehîd Yehiya Zekeriya El Elo hate oxirkirin
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yehiya Zekeriya El Elo hate oxirkirin. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Til Temir û Şêrawa
Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê gundê Um El Kêf ê Til Temirê û derdora baregeha Rûsya ya li bakurê navçeyê û gundên Meyase, Aqîbe û Soxanekê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin. -
Li Kobanê şehîd hatin oxirkirin
Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina şehîdê xwe berê xwe dan Goristana Şehîd Dijle ya li başûrê bajarê Kobanê. Her wiha Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Firatê nasnameya 3 şehîdên xwe yên ku li Zapê şehîd bûne aşkera kir. -
Şehîd Hadî Mihemed El Şûca hate oxirkirin
Şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Hadî Mihemed El Şûca li goristana Şehîd Îqap El Eswed bi meresimekê hate oxirkirin. -
Li Kobanê komxebata zimanê Kurdî hat lidarxistin
Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî şagirtên zanîngeha Kobanê komxebatek lidarxistin. -
Dewleta Tirk 100 penaber şand herêmên dagirkirî
Rêxistin Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk 100 penaberên ji Sûriyeyê şand herêmên dagirkirî. -
Şêniyên Kobanê: Baweriya me bi gerîlayên me heye ku teqez wê bi serkevin
Ji bo silavkirina berxwedanî û têkoşîna ku li çiyayên azad tê dayin, şêniyên navçeya Çelebiyê ya Kobanê wiha gotin; “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, li pişt gerîlayên xwe bin.” -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bênavber dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê niha gundê Um Qura yê Kantona Şehbayê bombebaran dikin. -
Banga TEV-DEM'ê: Li dijî dewleta Tirk em herêmê biparêzin!
TEV-DEM'ê diyar kir ku gerîlayan derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixin û li dijî Projeya Osmanî banga parastina herêmê hat kirin. -
Ahmed: MÎT talîmatê dide ENKS’ê jî
Ahmet Yûsûf Ahmed ji Hêzên Roj a girêdayî PDK’ê bû û vê hêzê amadekariya êrişa li ser Rojava dikir. Yûsûf Ahmed ji hêzên Roj veqetiya û diyar kir ENKS a girêdayî PDK’ê jî fermanên dewleta Tirk û MÎT’ê bi cih dianî. -
Li Efrînê di navbera gel û çeteyan de şereke giran diqewime
Li Efrîna dagirkirî de di navbera çeteyan û gel de şerên giran diqewimin. -
Dewleta Tirk bi bombebaranê zarokek qetil kir
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî karwanê cenazeyên endamên Komîteyên Nibûl û Zehra tê de zarokek hat qetilkirin. -
Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyan bombe kirin
Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên ayîdê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Şerayê bombebaran kir. -
Dewleta Tirk gundên Şêrawa bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meyase û Zirneîtê yên Şêrawa bombebaran dike. -
HRE: Li Şera û Marê 3 dagirker hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li bejahiya navçeya Şera ya Efrînê û bajarokê Marê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistine. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin. -
QSD: Dewleta Tirk êriş bir ser 53 gundan
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker êriş biriye ser 53 gundan û ji ber van êrişan gelek jin û zarok birîndar bûne. Her wiha ragihand ku îdîaya dewleta Tirk a dibêje '21 şervan şehîd bûne' derew e. -
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev ve bombeyan li Kobanê û Kantona Şehbayê dibarîne. -
QSD: Divê bawerî bi derewên dewleta Tirk neyê anîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku Wezareta Parastinê ya Tirk êrîşên li dijî Karkamişê bi QSD’ê ve gire dide derew e û tu têkiliya wan bi êrîşê re nîn e. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde kirine
Dewleta Tirk a dagirker gundên Minbic, Kobanê û Şehbayê bombebaran kirin. Zêdeyê du sed guleyan berdan herêmê. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kobanê û Minbicê
Dewleta Tirk a dagiker gundên Xirab Eto, Zor Mixar, Beyadê, Ehmed Munir û Ziyaret ên dikeve rojavayê Kobanê û gundên Ereb Hesen, Ewn Dadat û Seyadê yên Minbicê bomberdûman dike. -
Li Kantona Qamişloyê dest bi xebata serjimartinê hat kirin
Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê îro li navçeyên Tirbespiyê, Til Hemis û Ciza û Til Birak ên Kantona Qamişloyê dest bi xebatên serjimariyê kir ku tê payîn du rojan dewam bike.